Şêniyên gundê Um El Kêf vedigerin warê xwe

Şêniyên gundê Um El Kêf ê bajarê Til Temirê vedigerin gundê xwe. Malên wan hatine wêrankirin û nikarin malên xwe lê bikin.

19 gulan, 2026   07:40
HESEKÊ
ABDULXENÎ EL HAMAN

Piştî 7 salan xelkê gundê Um El Kêf ê bajarê Til Temirê vedigerin gundê xwe. Piştî Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de, rewşa ewlehiyê baştir bûye û hinek malbat vegeriyan gundê xwe. 

Malbatên ku vegeriyan gundê xwe dît ku malên wan hatine wêrankirin û li gund tiştek li ser hev nehiştine. Niha malbat nikarin malên xwe lê bikin. Di aliyê xizmetguzariyê de kesek nabe alkar û kel û pelên lêkirin û sotemeniyê gelekî biha ne.

Şêniyê bi navê Mihemed Birho El Cûma diyar kir ku mala wî ji ber topbarankirine wêran bûye. Her wiha da zanîn ku wî bi heriyê hinekî mala xwe aniye ser hev, ji ber ku ew nikare madeyên lêkirina malan bikire. El Cûma anî ziman ku malbatên vegeriyan gund ji ber ku malên wan wêran bûne, ketine dibistanê yan jî neçar in ku li malên xwe yên wêrankirî bimînin. Her wiha got hîna mayin li gund û derdora wê hene û ew ditirsin bi zarokan de biteqin.  Ji bo lêkirina malan jî diyar kir ku hemû malbat li gorî derfetên xwe yên heyî neçar in malên xwe bi kevir û heriyê lê bikin, ji ber ku ew nikarin madeyên lêkirine bikirin.

Têkildarî rewşa tenduristiyê jî got li gundê wan tiştek nîn e da ku nexweşên dil û penceşêrê biparêzin.

Hinek malbatên gund ji ber wêrankirina malên wan nikarin vegerin gund û hîna mayin jî nehatine rakirin. El Cûma bang li aliyên têkildar kir ku mayinan ji gund û derdora wê rakin. Her wiha li gund guleyên hewanên ên neteqiyayî hene û divê werin rakirin.

Xelkê gundê Um El Kêf got diyar kir ku her çiq asî malên wan wêrankirî bin û zehmetî hebin jî ji koçberiyê baştir e.

(np)

ANHA