‘Em ê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bidomînin’

Berdevka Saziya Zimanê Kurdî Hemrîn Hisên got ji destpêka Şoreşa Rojava heyanî niha ji bo pêşxistina zimanê kurdî dixebitin û ew ê her tim têkoşîna xwe ya ji bo fêrkirina zimanê kurdî bidomînin.

‘Em ê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bidomînin’
19 gulan, 2026   03:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Berdevka Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Hesekê Hemrîn Hisên têkildarî daxwazên xwe yên ji bo sîstema perwerdeyê ji ajansa me re axivî. 

Hemrîn Hisên di destpêka axaftina xwe de got ev bûye 10 sal wan sîstema perwerdeyê daniye û wiha axivî: "Pêdiviya wê bi guhertinê nîn e. Di vê mijarê de me gelek gavên mezin avêtin. Bi hezaran şagirt, mamoste, dibistan, zanîngeh û peymangeh hene û materyalên me yên zimanê kurdî jî hene. Em dixwazin materyal li herêmên Kurdan mîna berê bi zimanê kurdî bin. Em ne li dijî ne ku materyalên perwerdeyê bi pêş bixin."

Ji bo guhertina materyalên perwerdeyê Hemrîn Hisên wiha got: "Ji bo guhertina materyalên perwerdeyê fermî ji bo me tiştek negotine. Materyalên perwerdeyê heyanî 2 salan dê neyên guhertin. Li gorî entegrasyonê heke guhertin di materyalên perwerdeyê de çêbe dê ji her du aliyan ve komîteyên hevbeş werin avakirin û materyalan biguherînin.”

Têkildarî zimanê kurdî jî Hemrîn Hisên wiha got: "Saziya Zimanê Kurdî ji sala 2012`an ve xebatên fêrkirina zimanê kurdî bi rêxistin dike û bi pêş dixe. Sîstema Saziya Zimanê Kurdî dê mîna berê bidome û nayê guhertin. Gelek têkoşîn hat kirin da ku zimanê kurdî li herêmê bi pêş bikeve. Destpêke dewreyên fêrkirina zimanê kurdî hatin birêxistinkirin, piştre peymangeh û zanîngeh vebûn. Xwendekaran zanîngehên zimanê kurdî xwendin û îro mamoste ne.”

Berdevka Saziya Zimanê Kurdî Hemrîn Hisên di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di hemû pêvajoyan de zimanê kurdî dê zindî be û em ê bi pêş bixin. Em qebûl nakin ku polîtîkaya helandinê li ser me bidin meşandin û dawî li hebûna zimanê kurdî bînin. Em destûrê nadin ku navên gund û bajarên Kurdan bidin guhertin û em ê têkoşîna xwe ya ji bo ziman bidomînin.”

(np)

ANHA