Cotkaran li hemberî buhayên genim bertek nîşan da

Li gundên Çilaxayê cotkaran li hemberî buhayên genim nerazîbûna xwe anî ser ziman.

Cotkaran li hemberî buhayên genim bertek nîşan da
Cotkaran li hemberî buhayên genim bertek nîşan da
Cotkaran li hemberî buhayên genim bertek nîşan da
Cotkaran li hemberî buhayên genim bertek nîşan da
Cotkaran li hemberî buhayên genim bertek nîşan da
19 gulan, 2026   06:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya hikumeta demkî buhayê genimê asta yekemîn ku herî baş e, diyar kir. Kîloyeke genim bi 33.5 sentan e (dolarek 139 lîreyê Sûriyeyê yê nû ye). Cotkarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember vê yekê nerazîbûna xwe anî ser ziman.

Cotkarên herêma Aliyan a Çilaxayê diyar kir ku eger genim wisa erzan bidin, dê gelekî ziyanê bibînin û nema dikarin çandiniyê bikin.

Cotkar Zêdan Hisên ê ji gundê Ereb Şah got: “Hikumetê neheqî û zilm li me kir. Me tov, gubre, mazot hemû ji kîsê xwe kirîn û çandinî kir. Bi vî buhayî em gelekî ziyanê bibînin. Heke wisa be êdî gelekî zehmet e ku em çandiniyê bikin. Me hêvî dikir ku buha derdora 50 sentan be. Hek buhayê genim neyê zêdekirin cotkar genimê xwe nafiroşin û dê li malê depo bikin.”

Ciwan Temo yê ji bajarokê Abra îsal 600 donim genim çandiye û got: “Tov, gubre, derman, çinîn, çandin û veguhastinê gelekî biha ne. Em toneke gubre bi 615 dolaran dikirin, her deh donim em 13 dolaran derman lê dikin, lîtreyeke mazotê vê dawiyê bûbû 25 sent û dibe ku her 10 donim bi 75 dolaran biçînin. Cotkar dê gelekî ziyanê bibînin. Cotkaran ji ber buhayê genim ê erzan ne razî ne.”

Hecî Abdullah jî got: “Êdî em di çandiniyê de ziyanê dibînin. Tenê kîsekî ku em genim dixinê, bi 2 dolaran e. Buhayê ku diyar kirine têra me nake ku em deynên xwe bidin.”

(np)

ANHA