Şêniyên Girkê Legê Komploya Navneteweyî şermezar kir

Bi sedan şêniyên Girkê Legê û Rimêlanê xwepêşandaneke girseyî li dar xist û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û Komploya Navneteweyî şermezar kir.

Şêniyên Girkê Legê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Girkê Legê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Girkê Legê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Girkê Legê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Girkê Legê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Girkê Legê Komploya Navneteweyî şermezar kir
10 cotmeh, 2026   12:30
QAMIŞLO

Bi boneya 28`mîn salvegera Komploya Navneteweyî, îro bi sedan şêniyên bajarê Girkê Legê û Rimêlanê ji bo şermezarkirina komployê daketin kolanan.

Xwepêşandan li Qada Şehîd Xebat a li Girkê Legê dest pê kir û di kolanên sereke yên bajêr re geriya.

Dema ku gihîştin bazara navendî ya bajêr, piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Lekto axivî û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan ku baweriya xwe bi bîrdoziya wî tînin û Komploya Navneteweyî şermezar kir.

Fatmayê her wiha got fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mifteya aştiya li herêmê ye, ji ber fikra wî li ser bingeha jiyana hevbeş a di navbera hemû civakan de ye.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(k)

ANHA