Leşkerên Tirk nahêlin 25 malbatên koçber bikevin gundê xwe

Ji karwanê 4`emîn ê koçberên Serêkaniyê 25 malbatên ji gundê Seîd El Derbo, ji ber ku leşkerên Tirk nahêlin bikevin gundê xwe, neçar man li nêzî gund konan vedin.

Leşkerên Tirk nahêlin 25 malbatên koçber bikevin gundê xwe
Leşkerên Tirk nahêlin 25 malbatên koçber bikevin gundê xwe
Leşkerên Tirk nahêlin 25 malbatên koçber bikevin gundê xwe
Leşkerên Tirk nahêlin 25 malbatên koçber bikevin gundê xwe
Leşkerên Tirk nahêlin 25 malbatên koçber bikevin gundê xwe
10 cotmeh, 2026   11:45
HESEKÊ

Leşkerên dewleta Tirk gundê Seîd El Derbo yê Serêkaniyê ji sala 2019`an ve dagir kiriye, niha jî nehişt 25 malbatên di karwanê 4`emîn de vegerîbûn, bikevin gundê xwe.

Di vê rewşê de şêniyên gund li holê man û neçar man li nêzî gundê xwe konan vedin û li bendê bimînin ku vegerin.

Şêniyên gund diyar kir ku leşkerên Tirk nahêlin ew vegerin gundê xwe û mal û milkên wan li wan venagerînin.

Koçberan ji aliyên têkildar daxwaz kir ku destwerdana vê rewşê bikin û ew vegerin gundê xwe. Her wiha gotin demsala zivistanê nêz dibe û mayîna di bin konan de dê gelekî zehmet be.

(np)

ANHA