Amadekariyên ji bo vegera koçberên Serêkaniyê didomin

400 malbatên koçber ên li Kampa Serêkaniyê amadekariyên vegera li gundên xwe yên resen ên li Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê dikin.

Amadekariyên ji bo vegera koçberên Serêkaniyê didomin
10 cotmeh, 2026   12:32
HESEKÊ

Amadekariyên ji bo derketina karwanê pêncemîn ku dê roja Duşemê ya bê ji Kampa Serêkaniyê derkeve, berdewam dikin.

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê, karwan ji nêzîkî 400 malbatan pêk tê ku dê li gundên xwe yên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê vegerin.

Karwanê çaremîn ku ji 518 malbatan pêk dihat, roja pêncşema borî ji kampê ber bi gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê ve bi rê ketibû.

(k)

ANNHA