Şêniyên Dirbêsiyê bêdengiya navneteweyî şermezar kir

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî û komkujiyên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê şermezar kirin. Şêniyan banga serhildanê li gelê Sûriyeyê kir.

Şêniyên Dirbêsiyê bêdengiya navneteweyî şermezar kir
19 ÇILE, 2026   03:45
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê der barê sûc û êrişên  çeteyên hikumeta demkî yên Bakur û Rojhilatê û Rojhilatê Sûriyeyê û binpêkirinên wan li herêmên din de ji ajansa me re axivîn.

Ednan Kalo got, ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve komên çete yên bi navên cuda êrişî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin îro di bin sîwana wezareta pararastinê ya hikumetê demkî de ne.

Ednan Kalo bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan û got: "Bêdengiya li hemberî van êrişan ne nû. Her çendî ku li hemberî Kurdan êriş têne kirin tu kes dengê xwe nake. Lê belê piraniya dewletan komên çete ava kirine. Komkujî û binpêkirinên li dijî şêniyan ji aliyê van komên cîhadîst ve ne nû ne. Li Hums, perav û Siwêdayê binpêkirin kirin û îro li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomînin."

Cîhan Derwîş anî ziman ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker bi pêkanîna komkujiyan dixwazin gelê Kurd tune bikin û diyar kir ku komkujî û bêrêziya li cenazeyên şehîdan karekî ne exlaqî û ne jî mirovî ye.

Cîhan Derwîş bi domdarî got: "Em vê hikumetê nas nakin. Em hikumeta demkî ya xwe li ser gelê Sûriyeyê ferz dike qebûl nakin. Bila hemû kesên ku hemberî binpêkirinên li dijî Kurdan bêdeng in, nas bikin ku em Kurd naqedin û em ê heya dawiyê li ber xwe bidin."

Şêniyê bi navê Ekrem Yûnis jî îşaret pê kir ku dîrok berxwena taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û berxwedana pêkhateyên Sûriyeyê ji bîr neke û wiha domand "Du taxên dorpêçkirî li hemberî bi hezaran çeteyên hikumeta demkî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker destanên lehengiyê raber kirin. Armanc ji van êrişan fitneyan di navbera gelê Ereb û Kurd de derbixin û îradeya gelê Kurd bişkînin."

Ekrem Yûnis destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker 50 sal e nikare meşaleya şoreşa gelê Kurd vemirîne û têkoşîna wî ya ji bo mafên xwe yên rewa tune bike.

Ekrem Yûnis bal kişand ser vê yekê ku berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê helwesta gelê Kurd li tevahiya cîhanî kir yek û bang li gelê herêmê kir ku neyên lîstokên dewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê û xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike.

Ekrem Yûnis di dawaiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê kir ku piştgiriyê bidin Şoreşa 18’ê Tîrmehê û got: "Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me divê em xwedî li vê şoreşê derkevin."

(b)

ANHA