Ji Şêxmeqsûdê çîrokeke qehremaniyê

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd behsa qehremanya endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê kirin, ku ew bû mertalek û jiyana bi sedan kesan di hundirê Nexweşxaneya Xalid Fecir de parast.

Ji Şêxmeqsûdê çîrokeke qehremaniyê
19 ÇILE, 2026   02:35
QAMIŞLO
SILAVA EBDILREHMAN

Şêniyên taxa Şêx Meqsûd ji ajansa me re çîroka endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nêzî Nexweşxaneya Xalid Fecir li taxa Şêxeqsûd vegotin.

Şêniyan diyar kir ku endamê Asayîşê ne tenê parastina xwe dikir, lê di heman demê de bû mertalek ku jiyana bi sedan kesên di hundirê nexweşxaneyê de asê mabûn parast. Pevçûn nêzîkî 3 saetên berdewam kir, lê ew paşve nekişiya, tevî dorpêç û zexta psîkolojîk û fîzîkî ya mezin.

Tevî nebûna çekên giran, endamê Hêzên Ewlekariyê di parastina jiyanan de jêhatîbûneke berbiçav nîşan da. Wî cerên gazê yên ku bi hêsanî peyda dibûn bi kar anîn, 4 tank bêbandor kir. wî cerên datanîn pêşiya tanan û diteqandin. Vê yekê pêşveçûna tankan asteng kir û ew neçar kir ku paşve vekişin.

Bi heman biryardariyê, wî 3 dronên ku li jor nexweşxaneyê difiriyan xistin xwarê, ji ber çeteyan bi doronan çavdêriya deverê bikin da ku amadekariyên êrişnan bikin. Lê wêrekiya wî endamê rê li ber gihîştina çeteyêan bo nexweşxaneyê girt û sivîl û birîndaran parast.

Şêniyên ku şahidiya bûyerê kirin diyar kirin ku çeteyên êrişkar bi dengê bilind dirûşmên cîhadîst ên selefî, dişibin ên DAIŞ`ê, diqîriyan da ku parêzvanan bitirsînin. Lêbelê, biryardariya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn mezin bû.

Di dema pevçûnê de, şêniyan dîtin çawa her kêliyeke êrişan veguherî derfetek ji bo têkbirina êrişa çeteyên hikûmeta demkî.

Li gorî agaiyan ew şervan niha li nexweşxaneyek li Hesekê tê dermankirin.

Di 6`ê Çileyê de, çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, ligel bermayên DAIŞê, êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê kirin, binesaziyê û xizmetên tenduristiyê kirin hedef û Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir bi tank û topan dorpêç kirin. Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Helebê li hember van êrişan li ber xwe dan,

(k)

ANHA