Oldarên Reqayê: Yekîtiya gelê Sûriyeyê rêya avakirina Sûriyeyeke nû ye

Oldarên li kantona Reqayê diyar kirin ku destwerdanên herêmî û navneteweyî bûne sedema hilweşandina civaka Sûriyeyê. Oldaran gotin ku têkibirina îdeolojiyên biyanî hewceyê hişmendiya hevbeş û hevgirtina civakî ye.

Oldarên Reqayê: Yekîtiya gelê Sûriyeyê rêya avakirina Sûriyeyeke nû ye
19 ÇILE, 2026   05:05
REQA
ENES MIHEMED

Di nav şert û mercên dijwar ên ku Sûriyeyê tê re derbas dibe de, oldarên li kantona Reqayê banga rawstandina nakoliyên mezhebî û zimanê nefretê  kirin.

Endamê Komeleya Ehl-El Beyt di Kongreya Îslama Demokratîk de, Ehmed El Niwêran diyar kir ku divê nirxên biratî û jiyana hevbeş di navbera Sûriyan de vegere, û da zanîn kir ku xwîna welatiyên Sûriyeyê li hev heram e, û ev prensîb ji bo hemû mezheb û netewayn derbas dibe.

El Niwêran diyar kir ku nêzîkatiya Pêxember û Peymana Medîneyê modelek ji bo rêvebirina cihêrengiya olî û civakî, ji ber ku Pêxember Misilman, Cihû, Xiristiyan û yên din di bin yek belgeyekê de li ser bingeha edalet û jiyana hevbeş anî cem hev.

El Niwêran destnîşan kir ku 14 salên şer û xizaniyê hin koman neçar kiriye ku xwe bi îdeolojiyên tundrew ên ji derve hatine ve girêbidin. Her wiha da zanîn ku gelê Sûriyeyê dikare yekîtîya xwe vegerîne ger dev ji zimanê nefretê berde û nirxên evîn û hevkariyê qebûl bike.

El Niwêran bi gotina "Tenê Sûriyeyî dikarin alîkariya hev bikin" dawî li axaftina xwe anî û banga hevgirtinê û vegera rihê yekitîyê kir.

Ji rêveberên nivîsgeha rêxistinî ya Kongreya Îslama Demokratîk Omer Diyab e, diyar kir ku destwerdanên herêmî û navneteweyî bi rêya belavkirina gotegotan û zimanê nefretê bû sedema parçekirina civaka Sûriyeyê. Diyab destnîşan kir ku hin saziyên derveyî zimanê nefretê bikar anîne da ku nefretê di nav gelên Sûriyeyê de gur bikin bikin

Diyab diyar kir ku îdeolojiya tundrew a ku bi hêza çekan ketiye welêt, bûye sedema kûrkirina dabeşbûnê, û bûyerên ku mezheb û civakên herêmî yên di bin zextê de hedef digirin, her wiha bûye sedema windakirina baweriyê di navbera komên cûda de.

Diyab da zanîn ku pêşîgirtina ramanên biyanî hişmendiya hevbeş û hevgirtina civakî hewce dike, û ji nû ve avakirina Sûriyê bi yekîtîya gelê wê dest pê dike.

(k)

ANHA