Şêniyên Dêrikê bi daxwaza başkirina rewşa debarê çalakî li dar xist

Şêniyên bajarê Dêrikê li dijî buhabûnê û xirabûna rewşa jiyanî çalakî li dar xistin.

Şêniyên Dêrikê bi daxwaza başkirina rewşa debarê çalakî li dar xist
10 tebax, 2026   22:44
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a bajarê Dêrikê li dijî buhabûnê û xirabbûna rewşa jiyanî çalakiyek li sûka bajar li dar xist. Şênî, tevî dikandaran beşdarî çalakiyê bûn. Di xwepêşandanê de pankartên bi daxwaza başkirina rewşa debarê û kêmkirina buhayên pêdiviyên bingehîn hatin vekirin

Di çalakiyê de bi navê însiyatîfê Mihemed Emîn Seedo axivî û diyar kir ku ev çalakî di çarçoveya bertekên  domdar ên gel ên li dijî nebaşiya rewşa jiyanî û ji bo jiyaneke bi rûmet de hatiye lidarxistin.

Mihemed Emîn Seedo daxwaza kêmkirina buhayan û başkirina rewşa aborî kir.

ANHA