MSD’ê têkildarî êrişên li dijî şêniyên Serêkaniyê banga lêpirsînê kir

MSD’ê êrişên li dijî koçberên Serêkaniyê yên vegerîne malên xwe şermezar kirin û bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û aliyên eleqedar kir ku koçberên vedigerin biparêzin, lêpirsîneke bilez û zelal vekin ku berpirsan diyar bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

MSD’ê têkildarî êrişên li dijî şêniyên Serêkaniyê banga lêpirsînê kir
10 tebax, 2026   22:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê êrişên li dijî karwana koçberên Serêkaniyê de daxuyaniyek da.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bi fikareke mezin pêşdeçûnên li dijî karwana yekemîn a koçberên Serêkaniyê, hêrsa gel li Hesekê û Qamişloyê dişopîne.

MSD’ê êrişa li dijî malbatên vedigerin malên xwe şermezar kir û diyar kir ku ewlehiya welatiyan û mafên wan ên vegerê dive di ser hesabên siyasî yan jî ewlehî re bên girtin, parastina mirovan û rûmeta wan erkek e girîng e.

Di daxuyaniyê de MSD’ê diyar kir ku vegera koçberan mafekî neteweyî û mirovî ye û malbatên Kurd ên ku hevrêziya vegera wan bo Serêkaniyê bi saziyên eleqedar ên dewletê re pêk hatiye pêwîstiya wan bi parastin û misogeriyên selametî û mafan heye.

Di demekê de MSD’ê hêrs û fikara ku van êrişan çêkiriye tê digihîje, bang li welatiyan dike ku di çarçoveya berpirsiyariya neteweyî de nêrîn û daxwazên derbirînin.

MSD’ê bang li tevahî alî û hêzên civakî dike ku xwe ragirin, berjewendiya giştî di ser her tiştî re bigirin û ji hêrs an jî sorbûnê bi dûr bikevin, saziyên sivîl û ewlehiyê biparêzin.

Di heman demê de MSD’ê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û aliyên eleqedar kir ku bi erkên xwe yên giştî di parastina welatiyên vedigerin de û dabînkirina selametiya wan di dema vegerê de heta bi herêmên xwe û misogeriya rastî êriş an jî gefan neyên rabin.

MSD’ê banga lêpirsîn bilez, zelal û serbixwe têkildarî êrişa li dijî karwana vegerê de kir û destnîşan kir ku berpirsan diyar bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin û encamên lêpirsîn ji raya giştî re parve bikin.

(f)