Qanûna çarçoveyî hat qebûlkirin

Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ di Desteya Giştî ya Meclisê de di encama deng dayinê de derbas bû.

Qanûna çarçoveyî hat qebûlkirin
10 tebax, 2026   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin, li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Qanûna çarçoveyî piştî nîqaşên qanûna çarçoveyî di encama nîqaşan de di Desteya Giştî ya meclise de hat qebûlkirin.

Qanûna çarçoveyî ji dengdayinê re hat pêşkêşkirin. Bi tevahî 562 parlamenteran 468 parlamenteran bi awayekî erê deng dan û qanûna çarçoveyî bi 468 dengan hat qebûlkirin. 88 parlamenteran bi awayekî neyînî deng dan û 6 kesan jî ne neyînî û ne jî erênî deng dan.