Şêniyên Çilaxayê: Hevgirtina civakî hewldanên fitneyê têk dibe

Şêniyên Çilaxayê da zanîn ku parastina hevgirtina civakî û têkiliyên dîrokî yên pêkhateyên herêmê ji bo derketina li beramberî hewldanên derxistina fitneyê esas e, çanda jiyana hevbeş, efûkirin û lihevkirinê ji bo herêmeke xwedî îstiqrar bingeh e.

11 cotmeh, 2026   02:48
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Der barê bûyerên li bajarê Hesekê de ku pê hewl tê dayîn ku di navbera Kurd û Ereban de fitne derkeve, şêniyên Kurd û Ereb ên li bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê ji ajansa me re axivîn.

Xorşîd El Kindî da zanîn ku herêma Cizîrê bi pirrengiya xwe ya civakî û çandî, têkiliyên xwe yên jiyaneke hevgirtî û lihevhatî ciyawaz e, ev bûyer bi armanca lawazkirina van têkiliyan pêk tên.

El Kindî diyar kir ku hewldanên gurkirina rageşî û fitneyê ne li gorî xwezaya civaka li herêmê ye, şênî bi salan di nava kêfê û xweşiyê de jiyîne, nakokiyên ku tên çêkirin, ne wekî heqîqeta têkiliyên di navbera wan de ne.

Xorşîd El Kindî destnîşan kir ku pêvajoya entegrasyona di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de rastî hewldanên fitneyê û birina herêmê ber bi şereke tayifî tê, şervanên Kurd hatin hedefgirtin û pê hat îdiyakirin ku ev yek bi destê eşîrên Ereban tê kirin, pê re jî li ser malperên medya dijîtal gotarên gurkirina vê yek derkete pêş, ji bo lidarxistina xwepêşandan û şewitandinan sembolên kurdî vexwend tê pêşkêşkirin.

El Kindî da zanîn ku zanebûna şêniyan û girêdana wan a bi têkiliyên wan re, tevî zehmetiyên heyî, ew e tişta ku ji hemû hewldanên derxistina fitneyê bihêztir e.

‘TIŞTA DIBE TEMSÎLA ŞÊNIYÊN HERÊMÊ NAKE’

Şêniyê bi navê Xalid El Sefûk diyar kir ku hewldanên gurkirina fitneyê, xerabkirina ewlehî û istiqrarê planên dewleta Tirk in, ew dixwaze bi vê planê berjewendiyên siyaî û ewlehî li ser hesabê gelên li herêmê pêk bîne.

Xalid El Sefûk destnîşan kir ku yê van kiryaran li derve û hundir pêk tîne û piştgirî dike, temsîla xelkê herêmê û çanda wan nake, çanda civaka li herêmê bi jiyaneke hevbeş û dûrî kînê ve girêdayî ye, bi van gavan hewldan tê kirin ku hevgirtina pêkhateyan ji holê bê rakirin, bi taybet di navbera Kurd û Ereban de, divê xelkê herêmê li pey van gotarên derxistina fitneyê neçin.

El Sefûk da zanîn ku ew dizanin parastina ewlehî û istiqrara xwe bikin, divê pêkhate parastina têkiliyên xwe bikin û rê nedin ku bûyerên ku derdikevin bandorê li wan bike.

‘YEKITÎ MÎSOGERIYA PARASTINA JIYANA HEVBEŞ E’

Robîn Yûsif diyar kir ku derketina li hemberî fitneyê bi bihêzkirina yekîtiya di navbera hemûyan de dest pê dike, parastina civakê berpirsyartiya hemû gelan e.

Robîn bang li zêdekirina asta hevgitinê, parastina têkilî û dîroka hevbeş kir, da zanîn ku divê rê neyê dayîn hinek alî wan li hemberî hev derxîne.

Robîn Yûsif destnîşan kir ku şêniyên herêmê di salên borî de bi demên zehmet re derbas bûn, lê wan di van deman de parastina civakbûna xwe kir.

(sb)

ANHA