Rûsyayê di êrişa li ser Zaporizhzhia ya Ukraynayê de 12 kes Kuştin

Di êrişa Rûsyayê ya li ser bajarê Zaporizhzhia yê Ukraynayê de 12 kes hatin kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn, di heman demê de Zelensky Washington bi sivikkirina zexta li ser Moskovê tawanbar kir.

Rûsyayê di êrişa li ser Zaporizhzhia ya Ukraynayê de 12 kes Kuştin
10 cotmeh, 2026   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di êrişeke Rûsyayê ya li ser bajarê Zaporizhzhia yê li başûrê Ukraynayê de 12 kes di nav de 3 zarok hatin kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn.

Rayedarê herêma Zaporizhzhia Mykhailo Smikin diyar kir ku hêzên Rûsyayê di saetên serê sibê de çend deverên bajêr hedef girtine. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî destnîşan kir ku 5 bombe li avahiyan ketine.

Zelensky biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump a rakirina cezayên li ser hinardeyên mazotê yên Rûsyayê rexne kir û îdia kir ku sivikkirina zexta aborî ji Moskovayê re cih dide ku êrişên xwe bidomîne.

Berpirsê herêma Lohansk a rojhilatê Ukraynayê, Leonid Pasechnik ê ku Rûsyayê tayîn kiriye û di bin kontrola wê de ye, ragihand ku di êrişên Ukraynayê yên di 24 saetên borî de 4 sivîl hatine kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûne.

(f)