Stadyuma 12`ê Adarê ji bo Lîga Super a Sûriyeyê tê amadekirin

Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ji bo maçên Lîga Super a Sûriyeyê tê amadekirin.

11 cotmeh, 2026   05:43
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Rêveberiya Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo diyar kir ku wan stadyum temîr kiriye û ji bo Lîga Super a Sûriyeyê amade ye. 

Stadyum yek ji stadyumên kevnar ên herêma Cizîrê ye, di salên 1960’î de vebûye û cihê tîma El Cîhad a sporê bû.

Piştî Serhildana 12`ê Adara 2004`an navê stadyumê guherî û bû Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê.

Bi destpêkirina Lîga Super a Sûriyeyê re stadyum hate temîrkirin û li şûna tîmên futbolê biçin Şam û Helebê êdî dikarin li Qamişlo bilîzin.

Endamê rêveberiya stadyumê Mihemed Maşûq Ebdo ji ANHA`yê re axivî û got: "Me erda stadyumê, odeyên lîstikvanan û merdîvan temîr kir. Dibe ku tîmên destpêke nekarin li vir bilîzin lê piştî wê em amade ne ku hemû tîman pêşwazî bikin. Berê ji ber şert û mercên herêm tê re derbas bû xebat û çalakiyên werzîşê rawestiyan û tîmên werzîşê diçûn Şamê û Helebê dilîst. Niha stadyum amade ye û tîmên me dikarin li Qamişloyê bilîzin.”

Ebdo di dawiya axaftina xwe got ew ji bo gera sêyem a Lîga Super a Sûriyeyê amade ne.

Niha tîma Qamişlo Sport (ku berê navê wê El Hîlal bû) tev li Lîga Super a Sûriyeyê bûye. Di gera yekem a lîgê de li Şamê li hemberî tîma El Wehda lîst û bi ser ket.

(np)

ANHA