Şêniyên Çilaxayê bi meşekê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir

Şêniyên bajarê Çilaxayê bi meşekê piştgirî da berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û got dê heya serkeftinê têkoşînê bidomînin.

Şêniyên Çilaxayê bi meşekê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir
Şêniyên Çilaxayê bi meşekê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir
Şêniyên Çilaxayê bi meşekê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir
Şêniyên Çilaxayê bi meşekê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir
Şêniyên Çilaxayê bi meşekê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir
Şêniyên Çilaxayê bi meşekê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir
Şêniyên Çilaxayê bi meşekê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir
Şêniyên Çilaxayê bi meşekê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir
Şêniyên Çilaxayê bi meşekê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir
10 ÇILE, 2026   14:02
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Çilaxayê yê kantona Cizîrê bi meşekê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kirin û peyama piştgiriya berxwedanê gelên van taxan da.

Meşa ji aliyê Kongra Star ve hat birêxistinkirin, ji Çerxerêya Jinê ber bi Qada Şehîd Mahsûm  ve bi rê ket. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Her wiha wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên piştgiriya her du taxan hatin vekirin.

Li Qada Şehîd Mahsûm deqeyekê rêz hat girtin. Piştre hevserokê Meclisa Bajarê Çilaxa Feysel Hesen axivî û berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir.

Hesen diyar kir ku dê heya serkeftinê piştgiriya berxwedanê bikin û bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan jî şermezar kir.

Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Çilaxa Heyfa El Ewad jî axivî û êrişên li ser sivîlên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi sûcên dermirovî bi nav kir û banga hesabpirsînê kir.

Heyfa El Ewad şehîdên Komkujiya Parîsê jî bi bîr anîn û diyar kir ku bi heman hişmendiya ku ev komkujî pê hatiye kirin, îro li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Benî Zêd sivîl têne hedefkirin.

Heyfa di dawiya axaftina xwe de got dê piştgiriya berxwedana rûmetê ya her du taxan bidomînin.

(b)

ANHA