Balafirên dewleta Tirk Şêxmeqsud bombebaran dikin

Hat ragihandin ku balafirên bêmirov û bi çek (SÎHA) ên dewleta Tirk a dagirker taxa Şêxmeqsud bombebaran dikin.

Balafirên dewleta Tirk Şêxmeqsud bombebaran dikin
10 ÇILE, 2026   13:59
HELEB

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji qadê ragihandine, komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, bi hemû cure çekên giran êrişên xwe yên li ser Şêxmeqsud didomînin. 

Komên çete yên ku li hemberî berxwedana mezin a hêzên parastina taxê, nikarin pêş bikevin, vê carê berê xwe didin nexweşxane û cihên sivîlan.

Herî zêde jî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir bûye hedefa çeteyan. Li nexwexaneyê niha nêzî 100 birîndar, zarok û jin di bin bombebaranê de û xeteriya jiyanê heye.

Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker jî raste rast tevlî êrişan bûye. Nûçegihanan ragihandin ku balafirên bê mirov û bi çekên (SÎHA) ên bi tîpa Bayraktar ên dewleta Tirk taxa Şêxmeqsud bombebaran dikin.

(ekip)

ANHA