‘Em ê bi hunera xwe xwedî li zimanê xwe derkevin’

Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sumeya Mihemed bertek nîşanî biryara hikumeta veguhêz ya ji bo zimanê kurdî da û got “Tu kes biryara hikumeta demkî napejirîne. Em jî wek xebatkarên çandê çi bikeve ser milê me em ê bikin. Bi stran, şano, bi nivîsekê mabe jî em ê xwedî li zimanê xwe derkevin.”

‘Em ê bi hunera xwe xwedî li zimanê xwe derkevin’
15 cotmeh, 2026   02:45
QAMIŞLO

Bertekên li hember biryara hikumeta veguhêz a Şamê a der barê zimanê kurdî de didomin. Yek ji bertekên herî bihêz jî ji saziyên çand û hunerê û hunermedan tê. 

Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) Sumeya Mihemed çand û ziman wek parçeyên ku ji hev qut nabin nirxandin û got: “Ev ne cara yekem e dijminên dagirker zimanê kurdî qedexe dikin. Dema dijmin êrişî bajarekî dike, destpêkê êrişî çanda wê dike. Dixwaze wê çandê qir bike, mînaka herî dawî jî li Efrîn û Serêkaniyê pêk hat.”

‘KES BIRYARA HIKUMETA VEGUHÊZ NAPEJIRÎNE’

Sumeyeyê keda gelê Kurd û gelê Rojava ya ji bo ziman û çandê bi bîr xist û wiha domand: “Ev biryarên ji bo zimanê kurdî nayê pejirandin. Bi salan e zarokên me bi zimanê xwe dixwînin, heta dê û bavên me bi zimanê xwe diaxivin û dinivîsin. Êdî divê her kes bizane pir pêkhate li vir hene û kes nikare zimanê yên din nepejirîne. Ev qas şehîd ji bo çand û ziman hatin dayîn. Kes biryara hikumeta demkî qebûl nake. Piştî biryarên hikumeta veguhêz herkes li kolanan e. Ji zarokan heta mezinan. Kîjan dewlet biryar bidin jî lê li Rojava kes napejirîne. Ji ber armanca wan qirkirina Kurdan e. Armanc ne partiyek e, armanc qirkirina ziman û Kurdan e.”

‘EM Ê BI STRAN, ŞANO Û HUNERA XWE XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN’

Sumeye dibêje eger ew wek jin, dayik û xebatkarên çandê xwedî li zimanê xwe dernekevin, kesek ji derve nayê ji bo wan xwedî lê dernakeve û wiha axivî: “Em jî wek xebatkarên çandê çi bikeve ser milê me em ê bikin. Bi stran, şano, bi nivîsekê mabe em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji bo me ziman û çanda me xeta sor in. Me biryar daye, tevahî çalakiyên me dê di xizmeta ziman de bin. Ji ber ziman nebe em tune ne. Em ji tevahî Kurdan re dibêjin, dema zimanê Kurdî li Rojava hat qedexekirin, bêguman dê li Bakur, Başûr û Rojhilat jî bê qedexekirin. Ev bi hev ve girêdayî ne.”

‘DIVÊ HUNERMENDÊN KURD BI YEK DENG Û RUHÎ XWEDÎ LI ZIMAN Û ÇANDA XWE DERKEVIN’

Sumeyeyê bang li tevahî hunermendên Kurd kir ku ji bo zimanê kurdî bikevin nava tevgerê û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo parastina ziman barê hunermendan girantir e. Divê deng tenê ji Rojava neyê, tevahî hunermendên Kurd yek deng û ruhî xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Em nikarin hunera xwe bi zimanekî din îfade bikin. Bila her kes bizane, dema ziman çû wê demê her tiştê me diçe.”

(bî)

ANHA