Şênî û saziyên Dirbêsiyê di seferberiyê de ne

Piştî ragihandina seferberiya giştî ji hêla Rêveberiya Xweser ve, şêniyên bajarê Dirbêsiyê li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî têkoşîna xwe didomînin.

Şênî û saziyên Dirbêsiyê di seferberiyê de ne
Şênî û saziyên Dirbêsiyê di seferberiyê de ne
Şênî û saziyên Dirbêsiyê di seferberiyê de ne
Şênî û saziyên Dirbêsiyê di seferberiyê de ne
Şênî û saziyên Dirbêsiyê di seferberiyê de ne
Şênî û saziyên Dirbêsiyê di seferberiyê de ne
22 ÇILE, 2026   14:00
HESEKE

Piştî ragihandina seferberiya giştî, şêniyên bajarê Dirbêsiyê, mîna hemû bajar û bajarokên din ên kantonên Cizîrê û Firatê seferber bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li seranserê tax û deriyên bajêr belav bûne da ku bajêr û ewlehiya şêniyan biparêzin.

Di hêla xizmetguzarî de Saziya Avê ya Dirbêsiyê diyar kir ku êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û qutkirina xetên elektrîkê ji Bendava Tişrînê, rasterast bandor li ser xebatên pompkirina avê li bajêr kiriye.

Saziya avê di rewşên asayî de 14 bîrên sereke 24 demjimêran dixebitîne. Niha, li gorî derfetên berdest, ew 11 bîran dixebitîne û ji bo xebitandina wan jeneratorên elektrîkê peyda kirin da ku bîran, ji saet 9’ê sibê heta 9’ê êvarê dixebitîne.

Li ser vê yekê, Saziya Avê ji şêniyan xwest ku avê kêm bi kar bînin da ku bigihêje hemû taxan.

Saziya Elektrîkê ya Derbesiyê jî diyar kir ku piştî ku komên Hikûmeta Demkî Bendava Tişrînê kontrol kirin, elektrîk bi tevahî ji ser bajêr qut bû.

Di encamê de, komîteya jeneratoran ya Şaredariya Gel a Derbesiyê tedbîr girtiye da ku demjimêrên xebitandina  jeneratorên taybet zêde bike, ku niha ji saet 16:00 êvarê heta 4:00 sibê dixebitin.

Li bajarê Dirbêsiyê 41 jeneratorên taybet hene ku elektrîkê ji şêniyan re peyda dikin.

Gelê Dirbêsiyê bi rihê hevgirtinê, berpirsiyariyê û seferberiya giştî jiyana xwe ya rojane didomînin, li hember êrişan û dijwariyan li kêleka hêzên ewlekarî û leşkerî tê dikoşin.

(k)