Deh hezaran kes li sînorê Kobanê kom bûne

Bi deh hezaran kes ji Pirsûsê ber bi sînorê Kobanê ve dimeşin. Tevî êrişên polîsan jî welatî diherikin ser sînor.

Deh hezaran kes li sînorê Kobanê kom bûne
22 ÇILE, 2026   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî êrişên hikumeta demkî û komên girêdayî dewleta Tirk, bi deh hezaran kes li navçeya Pirsûsê ya bajarê Rihayê kom bûn. 

Girseyê xwest ber bi sînorê Kobanê ve bimeşe û polîsan jî bi bombeyên gazê êriş kir.

Bi deh hezaran kesên li Meydana Cumhuriyetê kom bûn, tevî êrişan jî bi dirûşmên “Bijî berxwdana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” ber bi sînorê Kobanê ve dimeşin. 

Piştî êrişa polîsan, li hemû kolanên Pirsûsê berxwedan dest pê kir.