Ji saziyên hiqûqê piştgirî bo Rojavayê

 Li gelek bajaran saziyên hiqûqê êrişên HTŞ’ê şermezar kirin û ji bo pişgtgiriya Rojava daxuyanî dan.

Ji saziyên hiqûqê piştgirî bo Rojavayê
22 ÇILE, 2026   16:16
 NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ser Rojavayê berdewam dikin, ji gelek derdoran çalakiyên ji bo piştevaniya Rojavayê tên lidarxistin. Ji bo rawestandina êrişan, saziyên hiqûqê li gelek bajaran daxuyanî dan.

 STENBOL

 Gelek saziyên hiqûqê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, bi daxuyaniyekî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ser Rojava protesto kirin.

 Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku li hemberî êrişên li Rojavayê diqewimin berpirsiyariyê li xwe bigirin û ev tişt got: "Em wek saziyên hiqûqê li ser binpêkirinên mafan ên HTŞ’ê yên li Rojavayê daxuyaniyê didin. Ji ber ku em dixwazin raya giştî li hemberî vê mijarê hestiyar be. Em ji bo ku peymanên navneteweyî werin bicihanîn vê daxuyaniyê didin."

 Piştre Hevseroka Şaxê OHD’ê ya Stenbolê Eda Onal metna daxuyaniyê xwend.

 Eda Onalê diyar kir ku Rojava ne tenê Kurdan, ewlehiya herêmî û navneteweyî jî diparêze û got ku pergala li Rojavayê derketiye holê pergalekî aştiyane, li ser bingeha hiqûqê û rewa ye û got: "Sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên ku di dema dawî de li dijî Elewî û Durzan hatin kirin, îro bi şêweyekî piralî li dijî gelê Kurd têne kirin. Êrişên dawî yên li ser Helebê, operasyonên leşkerî yên li ser xeta Reqa û Dêrezorê û dorpêçkirina Hesekê û Kobanê ya ji bo ji holê rakirina statuya hiqûqî û siyasî ya Rojavayê, metirsiya qirkirina civakê çê dike. Ev êriş rasterast gefê li mafê jiyanê û hebûna Kurdan dixwe û îxtîmala aştiya mayînde ya li Sûriyeyê ji holê radikin."

 ‘MAYÎNDEBÛNA AŞTIYÊ BI MISOGERIYA MAFÊN KURDAN VE PÊKAN E’

 Eda Onalê bang li raya giştî û saziyên navneteweyî kir û wiha pê de çû: “Li hemberî metirsiyên li ser Kurdan, êrişên li ser sivîlan û binpêkirinên mafan ên li ser bingeha etnîkî û olî, divê mirov bêdeng nemîne; divê ji bo parastina statuya hiqûqî û siyasî ya Rojavayê li ser bingeha hiqûqa navneteweyî gavên çalak werin avêtin. Di heman demê de em bang li rayedarên berpirsiyar ên Komara Tirkiyeyê û rêveberên partiyên siyasî yên di Meclisê de dikin: Divê Komara Tirkiyeyê ne bi rêxistinên selefî yên radîkal ên mîna HTŞ’ê yên fetwayên komkujiyê didin, lê bi gelê Kurd û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê re diyalogê deyne û beşdarî avakirina aştiyekî mayînde û rastîn bibe.”

 Endama MYK’ê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî got: "Li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hemû Kurd aştiyê dixwazin. Ez bang li hêzên emperyal dikim; hûn bi xwe beyanname û metnên xwe yên hiqûqî yên navneteweyî bin pê dikin. Li Rojhilata Navîn yekane kesên sekuler Kurd in. Heke hûn dixwazin bi êrişên cîhadîstan re rû bi rû bibin, hûn dikarin wiha bidomînin."

 ŞIRNEX

 Şaxa OHD’ê ya Şirnexê, li ber avahiya Edliyeyê ya li Cizîrê daxuyaniyek da. Hevserokê Şaxê Sabrî Çatikkaş got: "Rêveberiya demokratîk û aştîxwaz a li Rojavayê ji aliyê hemû cîhanê ve hatiye qebûlkirin. Lêbelê ev pergal ji aliyê HTŞ’ê ve tê hedefgirtin. Êrişên li ser Rojavayê gefê li aştiya mayînde ya li Tirkiyeyê dixwe."

 WAN

 Saziyên hiqûqê yên li Wan, Mûş û Colemêrgê êrişên li ser Rojavayê şermezar kirin. Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tikriyeyê (TÎHV), Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) li ber edliyeya Wanê daxuyanî dan. Li Wanê parêzer Elî Şapkaci diyar kir ku gelê Kurd ê li Rojavayê bi têkoşîna li dijî DAIŞ û çeteyên mîna wê, ne tenê hebûna xwe lê ewlehiya navneteweyî jî parastiye.

 Şapkaci, ji bo piştevaniya bi Rojava re bangî saziyên navnetweyî kir.

 MÛŞ

 Nûnerên OHD’ê yên Mûşê li ber edliyeyê daxuyanî dan. Yusuf Karaaslan diyar kir ku di navbera aştiya li Tirkiyeyê û temîna mafên gelê Kurd ê li Sûriyeyê de têkiliyekî rasterast heye. Karaaslan destnîşan kir ku bêstatûbûna Rojava zirarê dide aştiya herêmê û ya civakî ya li Tirkiyeyê.

 COLEMÊRG

 Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, li ber Edliyeya Geverê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Şaxê OHD’ê yê Colemêrgê Ferît Atasoy metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku rêveberiya nû ya li Sûriyeyê di demeke kurt de ber bi pratîkên otorîter û yekperest ve çûye û komkujiyên li dijî gelan şermezar kir.

 ÎZMÎR

 Saziyên mafên mirovan û hiqûqê yên li Îzmirê li ber edliyeyê pankarta "Em li hemberî êrişên li ser Rojavayê bêdeng namînin" vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

 ENQERE

 Saziyên hiqûqê li ber Edliyeya Enqereyê têkildarî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta bi Kurdî û Tirkî ya "Êrişan rawestînin, Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye" hat hilgirtin. Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Çîgdem Kozanê diyar kir ku êriş statuya gelê Kurd, azadiya jinê û biratiya gelan hedef digirin.

 MERSÎN

 OHD, ÇHD, ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Dadê li ber Edliyeya Mersînê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku aştiya rastîn ne bi HTŞ’ê re, lê bi gelê Kurd re bi diyalogê pêkan e û ji bo parastina aştiyê bangî saziyên mafên mirovan ên navnetweyî hate kirin.

 Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

 ANTALYA

 Li Antalyayê OHD, ÎHD û ÇHD’ê li avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan. Metna dauyaniyê ji aliyê parêzer Nesîbe Bahadirê ve hate xwendin. Nesîbe Bahdirê diyar kir ku êrişên HTŞ'ê yên li ser Kurdan binpêkirina mafê mirovan e û destnîşan kir ku hedefgirtina Rojavayê îxtîmala aştiyê lawaz dike.

 Daxuyanî bi çepik û dirûşmên "bijî berxwedana Rojava" ve bi dawî bû.