Şênî û çalakvanên Dêrazorê li hember rewşa xerab a perwerdê gazinan dikin

Şênî û çalakvanên Dêrazorê ji rewşa xirab a perwerdeyê gazinan dikin û diyar kir ku dibistan nehatine sererastkirin, pirtûkên xwendekaran nehatine belavkirin û mûçeyên mamosteyan jî nehatine serfkirin.

Şênî û çalakvanên Dêrazorê li hember rewşa xerab a perwerdê gazinan dikin
19 sibat, 2026   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Gilî û gazincên şênî û xebatkarên perwerdê yên gundewarê Dêrazorê li hember hilweşîna rewşa perwerdê zêde bûn. 

Hejmarek çalakvan di dîmenên li qadên dibistnan de derket diyar kir ku agahiyên li ser ragihandina fermî tên parvekirin rewşa li ser erdê nîşan nadin. Yek ji çalakvanan li pişt wî bi dehan xwendekar hene destnîşan kir ku dibistan nehatine sererastkirin an jî amadekirin û xwendekaran pirtûk wernegirtine û heta niha jî mûçeyên mamosteyan nehatine serfekirin.

Çalakvan da zanîn ku raporên Kanala "El Exbariye El Sûriye" parve kirine ne rast in û anî ziman ku tiştê heyî berovajî gotinan e, pêdiviya dibistanan bi xizmetguzariyên bingehîn heye, paşguhkirina xwendekar û mamosteyan rexne kir.

Ev gilî di gel rewşa xizmetguzarî ya dijwar a li herêmên Reqa û gundewarê Dêrazorê hatin kirin.

(fr)