Senherîb Bersûm: Vebijêrka leşkerî gefê li yekparebûna Sûriyeyê dixwe

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red kirin û got çareseriya yekane diyalog e û vebijêrka leşkerî gefê li yekitiya Sûriyeyê û modela jiyana hevbeş dixwe.

Senherîb Bersûm: Vebijêrka leşkerî gefê li yekparebûna Sûriyeyê dixwe
27 ÇILE, 2026   06:35
QAMIŞLO

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm têkildarî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ajansa me re axivî.

Senherîb Bersûm li ser sedemên binkeftina peymana 10’ê Adarê got tê îdiakirin ku peyman ji aliyê QSD û Rêveberiya Xweser ve tê îbtalkirin, lê ya rast hikumeta demkî bendên peymanê dereng dixe.

Bersûm anî ziman ku bi rêbazên aştiyane bin an jî bi hêzê bin, sîstemeke navendî tê ferzkirin û destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê di esas de li hemberî pergala nenavendî ya despotîk a ku qedera welat kontrol dike, rabû. Her wiha bi bîr xist ku ferzkirina pergala navendî li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê tê ferzkirin, ev yek dê êş û azaran ji herî kesî re bîne.

Senherîb Bersûm diyar kir ku di dan û standinên berê de li şûna biryarên navendî, mijarên ferehkirina karbidestiyên herêman û parêzgehan di çarçoveya avakirina rêveberiyên xwecihî da ku gel karibin xwe bi rêve bibin dihatin gotûbêjkirin. Her wiha got ku niha bi destwerdana leşkerî bi van mijaran re mijûl dibin, bi taybet li dijî gelê Cizîrê ku karîbû nimuneyeke jiyana hevbeş ava bik, ev gel niha bûye armanca êrişan û hewldanên pêkanîna fitneyê di nava pêkhateyan de.

Bersûm diyar kir ku partiya wî êrişan, şer û vebijêrka leşkerî red dike û diyalogan jî wekî rêya yekane ya çareseriyê dibîne. Her wiha got, partiya wî ji roja yekemîn ve banga diyaloga bi hikumta demkî re ji bo çareserkirina prisgirêkên pêkhateyan, dozên herêmî û dozên gelan dike.

Senherîb Bersûm da zanîn ku divê tevahî pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêyên aştiyane û diyalogan werin çareserkirin û got, ji ber ku ev rê dikarin yekparbûna xak û gelê Sûriyeyê biparêze û beşdariyeke rasteqîn a avakirina siberoja welat pêk bîne.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan diyar kir ku "Binpêkirinên li gelek deverên Sûriyeyê ji aliyê komên artêşa Sûriyeyê ve têne kirin tirsek di nava gelan de çêkir, lew ra jî ji bo parastina herêmên xwe piştgirî dan hêzên xwe yên ewlekariyê û leşkerî. Ev piştgirî di çarçoveya xweparastinê de xwezayî ye."

Bersûm diyar kir kun naba serdestî bi hêza leşkerî ya ku sivîlên berdêlên wê yên mezin didin were ferzkirin, lê bi rêya diyalog û entegrasyonê dibe.

Senherîb Bersûm di serî de DYA’yê de bang li civaka navneteweyî kir ku rola xwe ya navbeynark a di navbera QSD û hikumeta demkî de bi awayekî adilane pêk bîne da ku bighêjin çareseriyeke aqilane û aştiyane ku demokrasyê li welat pêk bîne.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariyan pêşkêşî koçberên ji Efrîn, Heleb û Reqayê yên hatine kantona Cizîrê bikin.

(b)

ANHA