Şehîd Hêva Erebo: Çîroka şoreşa berdewam

Dema ku navê Hêva Erebo tê gotin, wêneyê pêşengeke jin, şervan, şoreşger tê bîra mirov. Li çar aliyên Kurdistanê, Hêvayê destanên têkoşînê nivîsand, ji rêxistina jinan bigire heya xebata dîplomatîk. Her çend ew bi fîzîkî çûbe jî, rêya wê hîn jî maye û rêwîtiya wê ji bo nifşên siberojê bûye dibistanek.

Şehîd Hêva Erebo: Çîroka şoreşa berdewam
Şehîd Hêva Erebo: Çîroka şoreşa berdewam
Şehîd Hêva Erebo: Çîroka şoreşa berdewam
Şehîd Hêva Erebo: Çîroka şoreşa berdewam
Şehîd Hêva Erebo: Çîroka şoreşa berdewam
Şehîd Hêva Erebo: Çîroka şoreşa berdewam
27 ÇILE, 2026   05:20
HESEKE
CAN ILÊWÎ

Di cîhaneke tijî dijwarî de, pêşengên jin derdikevin ku têkoşîna ji bo mafên gelê xwe û azadiya jinan wek hêzeke girîng a pêkanîna edalet û wekheviyê dikin. Ev pêşeng xwe wek kesên tenê yên ku li desthilatdariyê digerin nabînin, lê wekî sembolên tevgera gel dibînin.

Ev jin ne tenê pêşengên têkoşînê ne, ew nûnerên nirxên gerdûnî yên mirovî ne ku sînoran derbas dikin, ji bo nifşên siberojê asoyan vedikin. Yek ji van jinan şehîd Hêva Erebo ye ku salvegera yekem a şehadeta wê îro anku 27’ê Çileyê ye.

DI MALBATEKE ŞOREŞGER DE JI DAYIK BÛ

Şehîd Hêva Ebdulîlah Erebo ku bi navê "Salîha Viyan" tê nasîn, di 28’ê Hezîrana 1981`an de li gundê Dilikê yê bajarê Derbasiyê yê kantona Cizîrê ji dayik bû.

Ew di malbateke welatparêz de mezin bû ku rehên wê heta Cizîra Botan dirêj dibûn, ji wir piştî serhildana Bedirxan Beg a 1847`an neçar ma ku koçber bibin. Malbat paşê koçî gundê Xirab Mîr ê li herêma Qoser a Bakurê Kurdistanê kir, paşê tev li Serhildana Şêx Seîdê Pîran a 1925`an bû. Piştre, wan biryar da ku li gundê Delikê yê Derbesiyê bi cih bibin û li wir mîna piraniya şêniyên herêmê di çandiniyê de dixebitîn.

Hêva di malbateke ji 8 kesan pêk tê de dijiya û zaroka navîn a 6 xwişk û 2 birayan bû. Mala wan navendeke çalakiyên siyasî bû. Malbat her tim di têkoşîna neteweyî ya Kurd de beşdar bû û di dawiyê de di salên 1980`yî de piştî ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan nas kirin, tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn. Apê wê Salih, di nava şervanên pêşîn de bû, lewma dema ku Hêva tev li tevgerê bû, navê wî rakir.

ZAROKTIYEKE TIJÎ HIŞMENDÎ Û TÊKOŞÎN

Dayika wê Zekiya Erebo, bîranînên xwe yên zarokatiya Hêva vegotin: "Ew zarokek hezkirî bû, tijî jiyan û enerjî, jîr û rêkûpêk bû. Ew qet keçek asayî nebû; ew xwediyê enerjiyek taybetî bû ku wê ji her kesî cuda dikir."

Dayikê wiha lê zêde kir: "Dema ku ew 3 salî bû, min cil û bergek bi rengên kesk, sor û zer ji wê re dirût, mîna ku ew ji temenê piçûk ve mîna rojê geş bûye. Min her gav hîs dikir ku ew ji bo bibe şervanek ji dayik bûye."

Xwişka wê Bedîa Erebo got: "Ew tijî jiyan bû û ji xwendina xwe hez dikir. Ew di biryarên xwe de aram û bi baldar bû."

DESTPÊKA RÊWÎTIYA TÊKOŞÎNA WÊ

Hişyariya siyasî ya Hêva ji zarokatiyê ve dest pê kir, bi taybet piştî ku kadroyên Tevgera Azadiya Kurdistanê serdana mala wan kirin. Ew bi wan re diçû gundên cîran, ji wan fêr dibû û beşdarî belavkirina hişmendiya siyasî di nav gel de dibû. Girêdana bi têkoşîna wan ve ewqas mezin bû ku di sala 1997`an de biryar da ku ji malê derkeve û tevlî refên tevgerê bibe û qonaxek nû ya jiyana xwe ya têkoşînê dest pê kir.

TÊKOŞÎNA LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ

Piştî ku perwerdeya îdeolojîk û leşkerî dît, şehîd Hêva di navbera qadên cûda yên têkoşînê de geriya. Wê rêwîtiya xwe li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, li wir beşdarî rêxistinkirina tevgera siyasî bû, dûv re çû Başûrê Kurdistanê, li wir li Mûsil, Kerkûk û deverên din xebitî. Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, ew vegeriya Rojava da ku rolek bingehîn di avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk û rêxistinkirina jinan de li ser bingeha felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" bilîze.

DI AVAKIRINA RÊVEBERIYA XWESER DE PÊŞENG BÛ

Di salên şoreşê de, Hêva li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek erkên rêbertiyê girt, di nav wan de hevseroka Kantona Cizîrê, cîgira Serokatiya Desteya Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama Komîteya Koordînasyona Kongra Star.

Hevrêya wê, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif jî got: "Ew rêberek bêhempa bû. Ew xwedî giyanek hevaltiyê ya bêhempa, evînek kûr ji bo civakê bû û qet cudahî li dijî kesî nekir. Wê hêvî dikir ku hemû jinan li ser bingeha felsefeya azadiyê rêxistin bike."

Şehîd Hêva xwe bi xebata siyasî ve sînordar nekir, wê di avakirina akademiyên jinan de di nav Rêveberiya Xweser de roleke girîng lîst, li wir ew tevlî xebatên perwerdekirina bi hezaran jinan kir û hişt ku jin di hemî waran de roleke çalak bilîzin.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef Suad Mistefa got: "Min bi rêya şehîd Hevrîn Selîha nas kir. Wan bi hev re ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî xebitîn. Hêva xwedî taybetmendiyên şervanek şoreşger a rastîn bû, hewl dida jinan bike yek û rola wan di civakê de xurt bike. Ew ji bo min mîna Hevrîn bû, min qet hîs nekir ku ew xerîb e."

XEBATA DÎPLOMATÎK Û HETA NEFESA DAWÎN TÊKOŞÎN

Di salên dawî de şehîd Hêva çû başûrê Kurdistanê, li wir ji bo xurtkirina têkiliyên dîplomatîk di navbera partiyên siyasî û tevgerên jinan de xebitî. Lêbelê, ew bû armanca êrişa dewleta Tirk a dagirker, ku di 27`ê Çileya 2024`an de li herêma Raniya ya Silêmaniyê, ligel pismamê xwe, şervan Dilawer Erebo, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk, di êrişa bi dironekê de şehîd bû.

Cenazeya wê û yê şehîd Dilawer li goristana Şehîd Rustem Cûdî li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê, bi girseyî spartin axê.

MÎRATEYEKE MAYÎNDE Û RÊWÎTIYEKE DÊDAWÎ

Dayika wê wiha ê zêde kir: "Ew ji bo malbat û gelê me çavkaniya serbilindiyê bû û şehadeta wê ne dawiya rêwîtiya wê ye, lê destpêka berdewamiya wê ye. Em ê têkoşîna xwe li ser rêya wê û rêya hemû şehîdan bidomînin heta ku serkeftinê bi dest bixin."

(k)

ANHA