Şêniyên Girkê Legê: Em mil bi mil bi şervanên xwe re ne

Şêniyên bajarê Girkê Legê ku li dijî êriş û gefan beşdarî seferberiyê bûne û tedîbrên parastinê zêde kirine, diyar kir ku ew mil bi mil bi şervanan re ne

Şêniyên Girkê Legê: Em mil bi mil bi şervanên xwe re ne
27 ÇILE, 2026   02:45
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Li ser banga seferberiya giştî, şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê li kêleka şervanan mîsyona parastinê pêk tînin û li dijî êrişên muhtemel xwe nobetên parastinê bi rêxistin kirine.

Şêniyên nobeta parastina taxên xwe girtine ji ajansa me re axivîn.

Şêniya bi navê Şadiya Mistefa got: "Hebûna me ya li nuqteyên parastinê berdewama têkoşîna demdirêj a gelê me ye. Em ê rê nedin tu aliyekî ku gefan li ewlehiya me bixwin."

Şadiya Mistefa di dewama axaftina xwe de bal kişand ser beşdariya jinan a di parastinê de û da zanîn ev yek têgihiştina civakê ya li ser girîngiya xweparastinê nîşan dide. Her wiha got: "Em hemû di jiyan û kar de şirîkên hev in. Îro jî em bi hev re parastina bajarê xwe dikin. Seferberiya giştî yekitiya şêniyan û îradeya wan a azad nîşan dide."

Armanc Pîr ji xelkê Başûr Kurdistanê ye, lê ji Brîtanyayê hatiye tev li seferberiya li Girkê Legê bûye, bal kişand ser yekrêziya gelê Kurd a li hemerî êrişan.

Armanc Pîr îşaret pê kir ku divê Kurdên li tevahiya cîhanê ji bo parastina Rojava hevgirtî bin û piştgiriyê bidin şervanan.

Armanc Pîr di dewama axaftina xwe de anî ziman ku îro tevahî Kurd tên hedefgirtin û got, Kurd xwişk û bira ne û doza wan jî yek e.

Armanc Pîr di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dê Rojava û destkeftiyên wê biparêzin.

Jina bi navê Sîse Dehlo jî destnîşan kir ku tevlêbûna seferberiya giştî vê peyamê dide her kesên ku dixwazin êrişî herêmê bikin "Em gelî vî welatî ne, em ê li kêleka hêzên xwe welatê xwe biparêzin."

Şêniyê bi navê Alan Mistefa jî diyar kir ku ew bi îradeyeke azad bajar û taxên xwe diparêzin û li kêleka şervanan di çeperên parastinê de ne.

Alan Mistefa da zanîn ku hebûna wan a li kolanan û nuqteyên parastinê peyama "şervan ne bi tenê ne" dide. Her wiha got, dê bi şervanan re bin.

(ac/b)

ANHA