Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê meş û çalakiyên piştevaniya Rojava didomin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên piştgiriya berxwedana Rojava û şermezarkirina dorpêça li ser Kobanê dewam dikin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê meş û çalakiyên piştevaniya Rojava didomin
31 ÇILE, 2026   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Nobeta piştgiriya Rojava ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratik li Qada Şex Seîd a Amedê hatiye destpêkirin di roja 5’emîn de berdewam kir.

Çalakiya nobetê îro bi beşdariya MED-DER û rêxistinên DEM Partiyê û DBP’ê yên navçeya Farqînê hate berdewamkirin.

Rêveberên partiyan û MED-DER’ê û gelek welatî tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de beşdaran stranên berxedana strîn û dirûşma “Bijî berxedana Rojava” berz kirin. Her wiha pankarta “Roja Hevgirtina Rojava Pîroz be” û “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye” hat vekirin.

FEDERASYONA MELEYAN: DORPÊÇA LI SER KOBANÊ ZILM Û ZORDESTÎ YE

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) têkildarî êrişên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê li ber Mizgefta Kişlayê ya navçeya Nisêbînê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Mele Dunyaser Dunayserî di daxuyaniyê de axivî. Dunyaser Dunayserî bal kişand ser dorpêça Kobanê û wiha got: “Dorpêçkirina Kobanê û qutkirina pêdivîyên jiyanê yên weke xwarin, vexwarin, ardû, cereyan û dermanan a ji ser gelê wê li dijî ol û mirovahiyê tê dîtin. Ambargoya li ser gelê wê bi xwe re qeyraneke insanî tîne. Ev ambargo dibe sedema mirina xelkê sivîlên bêguneh ên weke jin, zarok, kal, pîr, nexweş û birîndaran. Çawa ku mirina dehan zarokan ji ber serma û tunebûna ardûyan hatiye holê. Pêwîst e bawermend jî gava li yekî neheqî hate kirin wê hîs bike, pê biêşe û li gorî derfetan li dijî wê raweste. Qutkirina pêdivîyên jiyanê ya ji ser sivîlan guneheke herî mezin e, zilm û zordestî ye, sedema mirina jin, zarok, kal, pîr, nexweş û birîndaran e. Merivê ku bibe sebebê mirina însanan wek kujerê wan tê dîtin.’’

Dunyaser Dunayserî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev qutkirina pêdivîyên jiyanê ya weke av, xwarin, cereyan, dermanan ji xelkê Rojava çi qasî li gor Quran û sineta pêxember e? Pêxember ev yek li neyarên xwe yên şerker nebirîbû, lê van rûreşan netenê li ser şervanan pêdiviyên jiyanê li ser hemû xelkê sivîl birine. Van ji dîn û mirovahîyê para xwe negirtine. Li gor fêrbûna me ya ji Quranê qutkirina pêdivîyên jiyanê ji xelkê Kobanê zilm û zordestîyeke bêterîf e, merivên ku van kiryaran pêk tînin zalim û zordestên herî mezin ên hemdem in. Ew ne di rêya Xwedê û pêxember de ne. Em li ser navê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê meriv û rêxistinên ku ji ser meriv û gelan pêdivîyên jiyanê qut dikin tevlî hevalbendên wan, wek êrişên Yezîd û hevalbendên wî li ser pîrê şehîdan Hiseyin û malbata wî dibînin, merivên ku wan kiryarên neolî û nemirovî pêk tînin û yên ku madî û manewî alîkarî didin wan bi tundî şermezar û lenet dikin. Em alîkarên bindestan in, wan tenê nahêlin. Ev tevger erkek olî û mirovî ye. Ol û mirovahî alîkarîya bindestan li ser me ferz dikin. Li gor Quranê alîkirina hev li dijî zilm û zordestîyê yek ji wesfên bawermendan e.’’

Dunyaser Dunayserî xwest ku Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê dorpêça li ser xelkê Kobanê rake û Tirkiye demildest Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê veke û wiha pê de çû: “Qutkirina av, xwarin, cereyan, derman, telefon û internetê ji xelkekî gunehekî pir mezin e. Em gazî li gelên ruyê dinyayê jî dikin: Hûn li dijî kiryarên nemirovî bêdeng nemînin, rabin ser pêyan, rêveber û rêxistinên xwe têxin nava liv û tevgerê. Bêdengmayîn kiryarên nebaş ji holê ranake, nexwe zêde dike, civata mirovahîyê dirizîne, zerarê digihijîne hemû meriv û deveran, nirxên mirovahîyê bêbandor û pûç dihêle. Jixwe gava nirxên mirovahîyê nehên tetbîq kirin feyde jî nadin. Xelasîya me û we di xwedîderketina li nirxên mirovî de ye, cihgirtina li bal bindestan û parastina wan ji êrişên nemirovî erkeke exlaqî ne. Em ê li gor derfetan vê erkê hetanî azadîya bindestan bi kar bînin.”

Dunyaser Dunayserî peyama di navbera QSD û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de hate kirin silav kir û bi lêv kir ku ew piştevaniya aştiyê dikin.

EM Ê PARADÎGMAYA AZADIYA JINAN LI HER QADÊ BIPARÊZIN

Lijneya Jinan a Bajarê Wanê ya Rêbeberiyên Demokratîk ên Xwecihî, ji bo daxistina pankartên ku li ser “Jin Jiyan Azadî” hatibû nivîsandin û bi şaredariyan ve hatibûn daliqandin şermezar bikin li pêşiya Baroya Wanê daxuyanî da.

Şaredariyên Wanê yên DEM Partiyê ji bo balê bikişînin ser jêkirina keziyên şervanek Kurd-YPJ’ê, pankarta ku kezî li serê û nivîsa “Jin Jiyan Azadî” li ser hatibû nivîsandin bi şaredariyan ve daliqandibûn. Di 30’yê Çileyê de polîs çûbûn şaredariyên DEM Partiyê û pankart bi angaşta ku talîmata dozgeriyê heye daxistibûn.

Lijneya Jinan a Bajarê Wanê ya Rêbeberiyên Demokratîk ên Xwecihî, ji bo ku daxistina pankartan şermezar bikin li pêşiya Baroya Wanê daxuyanî da. Hevşaredarên jin yên navçeyên Wanê, nûnerên saziyên jinan û partiyên siyasî yên Wanê û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyanêye de pankarta ku li ser “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi keziyên azad jiyana xwe biparêzin” nivîsandibû hat vekirin.

Berî daxuyaniyê endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Edîbe Babûr axivî. Edîbe Babûr êrişên çeteyên HTŞê û DAIŞê yên li ser jinên Kurd şermezar kir û got: “Em dizanin ev çete piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin. Em li vir dibêjin em ê bi keziyên xwe vê hişmendiya we ya qirêj û dijminê jinan bixeniqînin. Ev pankarta me çima we aciz dike, em van zextên li ser şaredariyên xwe, krîminalîzekirina hevşaredar û şaredariyên xwe qebûl nakin û şermezar dikin. Em ê bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan a ku azadiya jinan esas digire û pêşkêşî jinên Kurd û hemû jinên cîhanê kiriye li ber xwe bidin, vê paradîgmayê di her qada jiyanê de biparêzin.”

Piştî axaftina Edîbe Babûrê, endama Meclisa Şaredariya Artemêtanê Medya Mermît metna daxuyaniya ya bi Tirkî xwend. Medya Mermît bal kişand ser êrişên li dijî şaredariyan û got: “Armanc ew e ku modela rêveberiya herêmî ya demokratîk a bi pêşengiya jinan hatiye pêşxistin lawaz bikin û vîna jinan ji qada giştî dûr bixin. Lê belê têkoşîna bi pêşengiya jinan li Rojava, Kobanê û tevahiya erdnîgariya Kurdan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li heft parzemînan bûye sembola gerdûnî ya têkoşîna azadiyê ya jinan. Îro îtiraza ku em li dijî hemû zîhniyetên ku bedena jinê dikin hedef û zext û tundiyê rewa nîşan didin, bilind dikin parçeyek ji vê têkoşîna gerdûnî ye. Em careke din ji raya giştî re radigihînin ku em ê dest ji parastina paradîgmaya azadiya jinan, parastina destkeftiyên jinan û li her qadê berfirehkirina têkoşîna demokratîk bernedin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û bi lêdana çepikan bi dawî bû