Senaryoyên piştî Xaminey û nezelaliya helwesta Trump rojevên rojnameyên erebî ne
Rojnameyên erebî destnîşan kirin hedefgirtina Rêberê Bilind ê Îranê dê ne tenê derbeyek leşkerî be, lê di heman demê de dê bibe erdhejeke siyasî jî ku dikare kaoseke navxweyî biafirîne û pevçûnan li herêmê gur bike. Rojnameyan bal kişand ser nezelaliya helwesta Amerîkayê DYA’yê ya der berê şerê de.

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de şerê Îran û îsraîlê, senaryoyên ku dê Rêberê Bilind ê Îran Elî Xaminey were hedefkirin û bandorên wê, nirxandin.
’ KUŞTINA XAMENEYÎ; XETA CUDAKER LI ÎRANÊ DI NAVBERA SÎNORDARKIRIN Û KAOSÊ DE’
Rojnameya El Ereb li ser bandorên îhtîmala hedefgirtina Xameneyî ji aliyê Îsraîlê ve nivîsand û nirxandin kir "Ne mimkûn e ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bêyî ku bi encamên wê bifikire, fermana kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî bide. Netanyahu bawer dike ku ev gav dê mîna biryarên berê yên kuştina kesayetiyên navdar ên wekî Sekreterê Giştî yê berê yê Hizbullahê Hesen Nesrullah an lîderê Hemasê Îsmaîl Heniye be ku bandorên nepêşbînîkirî çênekirin."
Rojnameyê ku cih daye nirxandinên çavdêran wiha domand " Rewşa li vir cuda ye. Nesrullah û Heniye di bin fermana Xameneyî de dixebitin. Lê belê, Îran ji ber sembolîzma xwe ya olî û bandora wê li ser saziyên serokatiyê yên ku ji hêla dilsozên wî ve hatine avakirin, dê kuştina Rêberê Bilind qebûl neke."
Hate diyarkirina ku kuştina Xameneyî dê deriyê kaosê di biryardana siyasî û leşkerî de vedike, dîtina aliyekî ku karibe di derbarê agirbestê de dan û standinan bike de jî, zehmet e.
Li gorî rojnameyê, şîrovekar destnîşan dikin ku kuştina Xameneyî dê şaxên cûrbecûr ên Îranê ji fermanên ku banga aramî û bêdengiyê dikin heta ku bahoz derbas bibe azad bike. Ev ferman ji hêla kesên nêzîkî Rêberê Bilind ve were dayîn, ku bawer dikinÎran dikare piştî şer amûr û hêza xwe vejîne û bandora xwe ya herêmî ji nû ve bi dest bixe.
ÇIMA BIJARDEYA ŞEREKÎ BERFIREH LI HERÊMÊ DÛR E?
Rojnameya El Quds El-Erebî da zanîn ku beriya Tel Avîv êrişeke leşkerî ya wêranker li dijî Îranê bide destpêkirin, Washingtonê xapandina stratejîk li dijî Îranê pêk aniye, di dema pêvajoya dan û standinên bi armanca peydakirina şert û mercên lojîstîkî, leşkerî û siyasî yên ji bo destpêkirina êrişeke pêşîlêgir a ji nişka ve li dijî bernameya nukleerî ya Îranê jî manevra kiriye. Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku valakirina baregehên amerîkî yên li welatan ji malbat û karmendên amerîkî tê vê wateyê ku DYA’yê biryara daye. Li gorî rojnameyê "Washingtonê, ji ber sedemên stratejîk, destûr daye ku Tel Avîvê li şûna wê vê mîsyonê pêk bîne, ji ber ku DYA’yê bandorên neyînî yên ku dê zirarê bidin berjewendiyên wê yên stratejîk li herêmê ditirse."
Rojname destnîşan kir ku "Êrişên li ser navendên nukleerî yên Îranê demjimêr paşve vegerandine. Guman tune ne ku vegera Îranê bo asta berî şer dê hewldanek girîng hewce bike, dibe ku çend salan jî bidome. Wekî din, tenê şertê Tehranê ji bo bidawîanîna şer rawestandina êrişên Îsraîlê ye. Îran ji bo lihevhatinên" li ser bernameya nukleerî vekirî ye."
TRUMP Û NEZALALBÛN
Rojnameya Şerq El Ewsat behsa nezelaliya helwesta Trump a li ser beşdarbûna di şerê li dijî Îranê de kir. Hate gotin, "Hin kesên nêzî Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêjin, Turmp bi zanebûn di helwesta xwe ya li ser beşdarbûna di şerê li dijî Îranê de rewşek nezelaliyê diparêze. Carinan şûrê şer dihejîne, carinan jî şaxê zeytûnê radike û ala spî ya siyasetê li şûna ala sor a şer ber bi Îranê ve dihejîne."
Rojnameyê îşart bi vê yekê kir "Li gorî çavkaniyên agahdar Serok Trump hewl dide piştrast bike ku her êrişeke leşkerî ya muhtemel a ku li dijî tesîsa nukleerî ya Fordow a Îranê dê bi rastî pêwîst be û dê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nekişîne nav şerekî demdirêj li Rojhilata Navîn."
Rojnameyê bi domdarî diyar kir " Eger Amerîka tevlî şer bibe, ev tê wê wateyê ku dê xwe bêtir û bêtir bi cih bike, bêyî ku çi tedbîran bigire. Dibe ku rêveberên Îran û Pasdarên Şoreşê biryara heta dawiyê şer bidin û vebijarkên siyasî û danûstandinê betal bikin. Ev jî dê hilbijartinên xwekujî wek hewldana girtina Tengava Hurmuzê, ku nêzîkî 20 ji sedî trafîka petrolê ya cîhanê derxe holê."
(bb)