Li Iraqê darizandina DAÎŞ'ên welatiyên Fransayê destpê kir

Beşek ji gumanbarên DAÎŞ'ê yên Fransî ku li Iraqê ragirtî ne, îro têne darizandin.

Li Iraqê darizandina DAÎŞ'ên welatiyên Fransayê destpê kir
20 îlon, 2026   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dadgehên Iraqê darizandina şeş hemwelatiyên Fransî destpê kir. Ev di demekê de ye ku bi hezaran gumanbarên biyanî yên ser bi rêxistina DAIŞ’ê ve li girtîgehên Iraqê li benda çarenûsa xwe ne.

Gorî çavkaniyên rojnewsê ev her şeş tawanbarên Fransî ku hîn navên wan bi temamî nehatine eşkere kirin, beşek ji koma yekem a 47 hemwelatiyên Fransî ku di sala 2025’an de ji Sûriyeyê vegûhestibûn ji bo Iraqê. Yek ji wan gumanbaran berê di êrişa bixwîn a 14’ê Tîrmeha 2016’an a bajarê Nice a Fransayê de cih girtibû.

Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê tekez kir ku ev dosya li gorî rêkeftinên dualî û zagonên Iraqê têne destgirtin.

Hêjayî gotinê ye ku di salên borî de dadgehên Iraqê gelek cezayên giran wek darvekirin û cezayê hetahetayî yê girtîgehê ji bo tawanbarên biyanî yên di dozên terorê de birîbûn.