Komîteya Entegrasyonê der barê Zanîngeha Rojava de daxuyanî da

Komîteya Entegrasyonê ragihand ku fakulteyên Zanîngeha Rojava yên di hevyezbariya Wezareta Xwendina Bilind de hatin qebûlkirin niha bi fermî bûne beşek ji kompleksa fakulteyên Qamişloyê û bi demkî bi Zanîngeha Furat ve girêdayî ye. Komîteyê destnîşan kir ku xwendekarên xwe ji bo fakulteyên Zanîngeha Rojava de (yên di hevyezbariya Wezareta Xwendina Bilind de cih negirtin) tomar kirine, dê îsal neyên qebûlkirin heta ku Zanîngeha Hesekê were avakirin. Her wiha aşkera kir ku ew hevyezbariya serbixwe ya Zanîngeha Rojava qebûl nake.

Komîteya Entegrasyonê der barê Zanîngeha Rojava de daxuyanî da
16 mijdar, 2026   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Entegrasyonê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi rêveberiya Zanîngeha Rojava civiya û der barê gelek mijaran de nîqaş pêk anîn.

Komîteyê bal kişand ser van xalan:

"Komîteya Entegrasyonê bi i hevrêziya pêşwext bi rêveberiya zanîngehê re, bi Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava re civiya da ku xalên jêrîn nîqaş bike û bi cîh bîne:

1. FAKULTE KU JI ALIYÊ WEZARETA XWENDINA BILIND VE HATINE PEJIRANDIN:

Fakulteyên girêdayî Zanîngeha Rojava yên di hevyezbariya Wezareta Xwendina Bilind de cih digirin, wekî fakulteyên fermî girêdayî Kompleksa Fakulteyên Qamişloyê de têne hesibandin. Heya ku Zanîngeha Hesekê were avakirin dê ev fakulte demkî bi Zanîngeha Firat ve girêdayî bin. Serlêdanên ji bo van zanîngehan dê bi taybetî bi rêya linka hevyezbariyê ya fermî ya Wezareta Xwendina Bilind werin pejirandin. Di çend rojên pêş de dê ji xwendekarên ji hemû parêzgehên Sûriyeyê ve werin pêşwazîkirin.

2. FAKULTEYÊN DI HEVYEZBARIYA WEZARETÊ DE CIH NEGIRTIN:

Xwendekarên ku ji bo fakulteyên Zanîngeha Rojava (yên di hevyezbariya Wezareta Xwendina Bilind de cih negirtin) xwe tomar kirine, dê ji bo sala heyî ya xwendinê neyên qebûlkirin heya ku Zanîngeha Hesekê were avakirin.

Xwendekarên kevin jî heya derçûnê dê xwendina xwe li gorî mihnacên Rêveberiya Xweser berdewam bikin. Lê di dema heyî de beşên nû yên xwendekaran nayên pêşwazîkirin.

3-DER BARÊ HEVYEZBARIYA SERBIXWE YA ZANÎNGEHA ROJAVA DE:

Hevyezbariya ku Zanîngeha Rojava ji derveyî çarçoveya hevyezbariya Wezareta Xwendina Bilind ragihandiye, ji aliyê wezaretê ve nayê qebûlkirin. Xwendekarên ku xwe li gorî vê hevyezbariyê tomar kirine di sîstema perwerdeya bilind a fermî de nayên qebûlkirin û ji derveyî vê sîstemê dimînin.

4-HEVYEZBARIYA DAGIRTINA VALAHIYAN:

Hîna derfet li pêşiya tevahî xwendekaran vekiriye ku ji bo hevyezbariya dagirtina valahiyan a wezaretê serlêdan bikin û li gorî merc û demên diyarkirî xwe tomarkirin.

5-DER BARÊ ZIMANÊ PERWERDEYÊ DE:

Der heqê fakulteyên ku zimanê kurdî wekî zimanê perwerdeyê bikar tînin de, ji bilî fakulteya bijîşkî, xwendekar dê xwendina xwe bi kurdî bidomînin heya ku derbiçin.

Desteya Rêveber a Serokatiya Zanîngehê Rojava li ser van xalan hatine agahdarkirin da ku li gorî navaroka lihevkirinê kar bike."

(bb)