Şêniyên Tebqayê şehîd Resam El Hemada oxir kir

Şêniyên kantona Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Cebhet El Ekrad şehîd Resam El Hemada, veşartin û destnîşan kirin ku ew ê li ser şopa şehîdan bin heta ku azadî û serkeftinê bi dest bixin.

27 tîrmeh, 2025   22:33
TEBQA

Bi sedan şêniyên herêmê, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, hêzên leşkerî û ewlehiyê, û koçberên Efrîn û Şehbayê yên li Tebqayê dimînin, beşdarî merasîma oxirkirina endamê Hêzên Cebhet Ekrad Resam Ehmed El Hemada, bûn.

Merasîma cenaze li Goristana Şehîdan hate lidarxistin.

Piştî merasîma leşkerî ya ji aliyê şervanên Hêzên Cebhet Ekrad ve hat pêşkêşkirin, ji fermandarên hêzên Cebhet El Ekrad Mihemed El Elî sersaxî ji malbata şehîd Ressam El Hemada re xwest û diyar kir ku şehîd Ressam beriya wan bû û ev pileya mezin a şehadetê bi dest xist.

Mihemed El Elî piştrast kir ku ew soz didin şehîd Rasam û hemû şehîdên vî miletî ku dê rêya ku wan bi xwîna xwe ya pak xêz kirine, bişopînin.

Her wiha hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê Mehmûd El Sayil wiha axivî: “Roja mirina şehîd jiyaneke nû ye, ji ber ku şehadet diyariyeke ji Xwedê ye ku tenê miletê bi rûmet werdigirin.”

Mehmûd El Sayil piştrast kir ku ew weke malbatên şehîdan dê li hember hemû tiştên ku li dijî ax û gelê wan têne plankirin, li ber xwe bidin.

Endamê Meclisa Olî Xelef El Şêx ragihand ku şehîd lûtkeya nirxên mirovî û olî ne û ronahiyek e ku civakan ber bi edalet û aştiyê ve dibe.

Piştre nasnameya şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê ve hate xwendin û cenazeyê wî li goristana şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

(ac/şx)

ANHA