Şehîd Şîlan û hevrêyên wê li Çilaxa hatin bibîranîn

Şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Zekereya Îbrahîm, Hikmet Tokmak, Nebo Elî û Hacî Cuma Elî di salvegera 21’emîn de hatin bibîranîn.

Şehîd Şîlan û hevrêyên wê li Çilaxa hatin bibîranîn
Şehîd Şîlan û hevrêyên wê li Çilaxa hatin bibîranîn
Şehîd Şîlan û hevrêyên wê li Çilaxa hatin bibîranîn
Şehîd Şîlan û hevrêyên wê li Çilaxa hatin bibîranîn
Şehîd Şîlan û hevrêyên wê li Çilaxa hatin bibîranîn
Şehîd Şîlan û hevrêyên wê li Çilaxa hatin bibîranîn
Şehîd Şîlan û hevrêyên wê li Çilaxa hatin bibîranîn
30 mijdar, 2025   13:58
QAMIŞLO

Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê bi boneya salvegera 21’emîn de a şehadeta Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê Zekeriya Îbrahîm, Hîkmet Tokmak (Fûad), Nebo Elî (Cemîl) û Hacî Cuma Elî (Ciwan) merasîma bîranînê li hola partiyê ya li bajêr dar xist.

Li hola bîranînê, wêneyên 5 şehîdan, alên PYD’ê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Bîranîn bi beşdariya endamên PYD’ê, saziyên Rêveberiya Xweser, tevgerên jina, hêzên leşkerî û partiyên siyasî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

Ji rêveberên Komîteya Têkiliyan a PYD’ê Îlham Mihemed ku di bîranînê de axivî di kesayeta şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê de tevahî şêniyên azadiyê bi bîr anîn.

Îlham Mihemed bi bîr xist ku her pênc şehîd di demeke ku herêm di rewşeke hesas re derbas dibû ji damezrînerên PYD’ê bûn û di 29’ê Mijdara 2004’an de bi komployekê li ser sînorê Sûriye-Iraqê hatin şehîdxistin.

Îlham Mihemed destnîşan kir şehadeta her pênc damezrîneran biryardariya partiyê ya têkoşîna li hemberî siyasetên dijber û israra wan a parastina têkiliyên dîrokî yên civakê xurtir kir.

Îlhamê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku bi şehadeta Şîlan re têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina armancên xwe mezintir bû û got, bi saya ked û têkoşîna van şehîdan jin di hemû qadên jiyanê de pêşengiyê dikin.

Îlham Mihemed di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Şîlan Kobanê hat pêşanda. Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(bb)

ANHA