Reqa di nava 6 salan de

6 sal di ser rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ′ê re derbas bûn. Di nava 6 salan de pêşketinên mezin di hemû qadan de pêk hatin.

Reqa di nava 6 salan de
Reqa di nava 6 salan de
Reqa di nava 6 salan de
Reqa di nava 6 salan de
Reqa di nava 6 salan de
Reqa di nava 6 salan de
Reqa di nava 6 salan de
20 cotmeh, 2023   04:42
REQA
EHMED EL ESAF
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di encama pêngavekê de ku 166 rojan dewam kir, 20`ê Cotmeha 2017`an rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê ragihand. Ev roj ji bo xelkê Reqayê û kesên tev li pêngava rizgarikirina wê bûne de, bûye bîranîneke nemir.

Dema pêngava rizgarkirinê hin dezgehên çapemeniyê, Reqa bi bajarê tirsank wesifand ku ji ber wêraniya lê çêbûye kesek nikare tê de bijî. Lê bi saya vîna xelkê û xebatên Meclisa Sivîl a Reqayê bajar careke din hat avakirin.

Li gor daneyên îsal ên Nivîsgeha Serjimariyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ragihandiye, hejmara malbatên piştî rizgarkirina vegeriyan gihaştiye 153 hezar malbatan. 12 hezar malbatên koçber û penaberan jî li kampên li Reqayê dimînin.

Di vê rapora xwe de em ê behsa hevgirtina pêkhateyan bikin ku bû garantiya rizgarkirina bajêr, her wiha em ê balê bikişînin ser xebatên piştî rizgarkirinê hatine kirine.

′BI SAYA HEVGIRTINA PÊKHATEYAN REQA RIZGAR BÛ′

Şervanê QSD′ê yê bi navê Salih El Bûş  (50) diyar kir ku ew û 3 zarokên xwe, tevî hejmarek xizmên xwe û xelkê gundê Tişrînê beşdarî pêngava rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ′ê bibûn.

El Bûş hevgirtina pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ′hêza ku têk naçe′ wesifand û got, ′′Tevlêbûna xwîna van pêkhateyan ji bo wan wek şervanên QSD`ê semoblek e ku em pê serbilind in."

El Bûş anî ziman ku wî bi xwendina helbestanên bi çoş hêz û enerjî dida şervanên pêngavê.

Şervanê QSD`ê yê bi navê Hemze Kobanê jî tev li pêngava rizgarkirina Reqayê bûbû, anî ziman ku hevgirtina pêkhateyên herêmê garantiya tunekirina DAIŞ`ê bû û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji tevahî pêkhateyan gelek kes li ser vê axa pak şehîd bûn. Em ê şopdarên rêya şehîdan bin ta edalet û azadî li bajarên Sûriyeyê pêk werin.′′

Hemze Kobanê destnîşan kir ku bajarê Reqayê, ′paytexta xîlafeta DAIŞ`ê′ bû, rizgarkirina wê tê wateya tunekirina DAIŞ`ê ku gef li cîhanê tevda dixwar. Her wiha diyar kir ku tenê QSD`ê li hemberî DAIŞ′ê rabû.

Hemze got, bi saya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di hemû adan de, leşkerî, siyasî û xizmetguzarî gelek destekftî hatin bidestxistin.

WÊRANKIRINA BINESAZIYÊ

Di encamên kiryarên çeteyên DAIŞ′ê û şerê li bajar rû dabû de, Reqayê bi rêjeya ji sedî 65 bi awayekî giştî û bi rêjeya ji sedî 85 bi awayekî qismî wêran bûbû. Piştî rizgarkirinê welatiyên Reqayê hêdî vegeriyan  û dest bi avakirina bajarê xwe kir.

Meclisa Sivîl a Reqayê piştî rizgarkirinê dest bi xebatên xizmetguzarî û rêxistinî kir. Meclisê destpêkê kolanên bajêr ji kavilan paqij kir. Li gorî Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan  a Reqayê, milyon û 334 hezar û 466 metrekab kavil ji bajêr hatiye rakririn.

Her wiha meclisê, 200 stasyonên ava vexwarinê yên li bajêr û gundan sererast kirin û av gihand xelkê bajêr. Di heman demê de kehrebe bi rêjeya ji sedî 90 gihand bajêr û gundan.

Meclisa Sivîl a Reqayê û Şaredariya Gel a Reqayê, gelek projeyên stratejîk wekî ziftkirina rêyan pêk anîn. Di 6 salên dawîn de bi 65 hezar û 420 metre qîr kolanên bajêr zift kiriye.

Her wiha 30 pir û ebare ji nû ve hatin avakirin û sererastkirin. Ya herî girîng jî pira kevin a Reqayê, ku ji aliyê Meclisa Sivîl a Reqayê ve hat sererastkirin. Niha xebatên ji nû ve avakirina pira nû ya Reqayê tê kirin.

Meclisa Sivîl a Reqayê bi rêya komîteyên xizmetguzariyê û Şaredariya Gel ku sala 2018`an ava bûn, projeyên kanalîzasyonê û kehrebeyê  pêk anîn. Li gor berpirsekî Daîreya Kanalîzasyonê ya Şaredariya Gel a Reqayê xetên kanalîzasyonê bi rêjeya ji sedî 85 wêran bûbûn.

Serokê Daîreya Kanalîzasyonê ya Reqayê Husam Kalo diyar kir ku ji sedî 50 ji torên kanalîzasyonê yên zirar lê bûne, hatin sererastkirin û got: ′′Li taxên Endelûs û Îtîfada jî projeyên kanalîzasyonê pêk hatin, berê mîna van projeyan li van taxan tunebûn."

Li gorî daneyên Meclisa Sivîl a Reqayê, destpêka rizgarkirina bajêr, 30 hezar mal bi temamî û 25 hezar mal bi awayekî qismî wêran bûbûn. Pêwîstiya 15 hezar mal bi sererastkirinê hebûn.

DI 6 SALAN DE DERORA 3 HEZAR Û 500 RUXSETÊN AVAKIRINÊ

Şaredariya Gel a Reqayê di 6 salan de hezar û 700 ruxsetên ji bo avakirina avahiyên wêrankirî, hezar û 778 ruxset ji bo avakirina avahiyên nû dane. Li gor şaredariyê ji bo sîstemên avahîsaziyê yên nûjen ên li gorî bajêr, ruxset dane.

TENDURISTÎ

Qada tenduristiyê jî mîna qadên din bi temamî wêran bûbû. Piraniya navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên giştî wêran bûbûn û amûr û alavên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin dizîn.

Piştî rizgarkirinê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê nexweşxaneya Watanî ya Reqayê ava kir. Di nexweşxaneyê de klînîk, taqîgeh (laboratuwar), plakaya eksê, beşên destwerdana lezgîn, yekîneya lênêrîna giran, odeyên nîştergeriyê yên sar û beşa şewatê, şûştina gurçikan, talasimya û banka xwînê hene. Her wiha Komîteya Tenduristiyê kargeha oksîjenê vekir.

Îsal jî Komîteya Tenduristiyê di avahiya nexweşxaneya Watanî de beşê zarokan vekir. Komîteyê di çarçoveya projeyên 2023`yan de, dest bi xebatên ji nû ve avakirina nexweşxaneya Watanî ya Kevin kir. Li Reqayê 7 nexweşxaneyên giştî hene. Komîteya Tenduristiyê navenda bersiva epîdemîk û Akademiya Tenduristiyê (navenda pêşxistina şarezayên bersiva epîdemîk) vekirin.

Hejmara navendên tenduristiyê ku Komîteya Tenduristiyê, Meclisa Sivîl a Reqayê û rêxistinên li herêmê kar dikin avakirine, gihaşt 27navendan ku destwerdana lezgîn, aşlekirin û dermanên nexweşiyên kronîk pêşkêş dikin.

Li bajêr 288  û li gundan jî 57 dermanxane hene. Tevahî dermanxaneyan jî ruxset ji Komîteya Tenduristiyê wergirtine. Her wiha 22 taqîgeh, 27 depoyên amûrên tenduristiyê û 42 depoyên dermanan hene.

PERWERDE Û FÊRKIRIN

Bi rizgarkirina Reqayê re, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanên wêrankirî ji nû ve ava dike û yên bi awayekî beşî wêran bûne, serersat dike.

Komîteyê da zanîn ku piştî rizgarkirina Reqayê 15 dibistan bi temamî hatibûn wêrankirin, 65 dibistan bi awayekî giştî û 122 dibistan bi awayekî qismî hatin sererastkirin.

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Xelef El Meter got, di sala perwerdeyê ya 2023-2024′an 397 dibistan hatine vekirin. Li van dibistanan 5 hezar û 458 mamoste perwerdeyê didin 113 hezar û 684 xwendekaran. Di sala 2017-2018′an de hejmara xwendekaran 66 hezar û 666 û ya mamosteyan hezar û 830 bû.

Di sala 2021′ê de Koordînasyona Zanîngehan, Zanîngeha El Şerq li Reqayê vekir. Li zanîngeh fakulteya Zanistan heye ku ji beşên metamatîk, fîzya, kîmya, zanista zindiyan (zanyarî) û mamosteyên fêrgehê pêk tê. Her wiha fakulteya wêje, zanistên civakî jî heye ku ji wêjeya erebî, peymangeha zimanê inglîzî, peymangeha tekenolojî ya beşa kompîterê pêk tê, parêzerî, fakulteya çandiniyê pêk tê. Îsal, Zanîngeha El Şerq, fakulteya zanistên tibî bi tevahî beşên wê, fakulteya aboriyê, fakulteya wêjeya inglîzî vekirin.

ÇANDINÎ Û ABORÎ

Li Reqayê ji ber hebûna çemên Firat û Belîxê avdanê çandinî, pîşeya herî girîng a xelkê bajêr e.

Xelkê bajêr, bi çandina tevahî cureyên dixil wek genim û ceh, pembo û sebzeyan navdar in. Ji 10 salan ve, êdî darên berhemdar jî têne çandin. Niha darên berhemdar bi rêjeya ji sedî 10`ê zeviyên çandiniyê ye.

Li gor Komîteya Çandiniyê, hejmara rûbera zeviyên avî yên sûd ji projeyên avdanê girtine, 93 hezar hektar e, rûbera zeviyên li beravên çeman û kanalên çandiniyê jî 190 hezar donim e. Her wiha rûbera zeviyên bi bîran tên avdan, 40 hezar donim e.

Li Reqayê 24 stasyonên avdanê, 2 projeyên El Raêd û El Belîx hene.

Li gor Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê li bajêr 450 kargeh wekî bûz, pembo xwarin, pîşesazî, kehrebe û êmê sewalan hene.

Der barê pêşketinên li Reqayê çêbûne de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El Zîb diyar kir ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ′ê sektora xizmetguzariyê bi rêjeyên 70 ta 100 hatibû ruxandin, dibistan, nexweşxane û navendên wêran bûn.

El Zîb diyar kir ku ji ber zêdebûna hejmara şêniyan xebatên ku hatine kirin, demkî û bilez û sererast kiribûn.  

BAJAR JI NÛ VE TÊ AVAKIRIN

El Zîb anî ziman ku şêniyan bêyî desteka navneteweyî bajarê xwe yê wêrankirî ji nû ve ava kirin û got, alîkariya ku rêxistinan dane jî li gor wêraniya li bajêr hatiye, şermîn bû

REWŞA EWLEHIYÊ

El Zîb destnîşan kir ku rewşa ewlehiyê aram e lê hin şaneyên girêdayî aliyên dijber, hewl didin ku darbe li Rêveberiya Xweser bidin û ewlehiya herêmê têk bibin. El Zîb û wiha domand: “Bi rêya derxistina fitneyê hewl didin tevna civakî xirab bikin. Li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê, girtîgeha Xiwêran a li Hesekê êriş pêk hatin. Li Dêrazorê jî, hewldanên derxistina fitneyê di navbera êlan de û têkbirina projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene.”

ASTENGÎ

Der barê astengiyên li pêşiya Meclisa Sivîl a Reqayê de derdikevin, Mihemed Nûr El Zîb wiha axivî: “Pêwîstiya bajêr bi gelek xebatan heye. Heta niha ji sedî 25`ê bajêr bê kehrebe ye. Pêwîstiya kanalîzasyona bajêr bi firehkirinê heye. Pêwîstiya hin rêyan bi ziftkirina heye. Budceya ji rêveberiya Reqayê re hatiye pêşkêşkirin, têrê pêwîstiyan nake. Ji ber asta wêraniya bi bajêr hatiye, pê ve girêdayî hejmara niştecihan ku her sal zêde dibe, pêwstiya ji nû ve avakirina bajêr bi budceyeke duqat heye.”

DI ALIYÊ SIYASÎ DE

Li gor berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Reqayê Fida El Meşleb di salên borî de ji ber paşguhkirina bajêr ji aliyê hikumeta Şamê ve tevgereke siyasî li bajêr nebû û pirrengiya partiyan tune bû. El Meşeleb diyar kir ku tenê bi Partiya Baas û hin partiyê di sektora kar de, sînordar bû. Dema DAIŞ`ê jî, tevgereke siyasî nebû.

Fida anî ziman ku ji ber desthilata yekpartî ya rejîma Baas û piştî wê terora DAIŞ`ê, xelkê bajêr ji her tiştî mehrûm bû.”

Fida li ser rewşa siyasî ya li bajar ya piştî rizgarkirinî wiha domand: “Piştî rizgarkirinê an ku ji 6 salan û vir ve, jiyana siyasî û pirrengiya partiyan li Reqayê geş bûye. Bajar di pêkanîna neteweya demokratîk de bûye mînak û bûye tovika çareseriya siyasî. Ruxmî  êşên salên borî, Partiya Sûriya Pêşerojê li gel partiyên din ji bo nenavendîbûnê û çareseriya siyasî ya giştî  ji herêmê û Sûriyeyê re kar dikin.”

berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Reqayê Fida El Meşleb bal kişand ser rola jinan jî wiha got: “Piştî rizgarkirinê, jinan roleke mezin di pêşxistina rewşa li bajêr de lîstin. Jin bû rêveber, siyasetmedar û mamoste. Her wiha di qada siyasî de jî kar dikin. Wekî hûn dibînin nivîsgehên siyasî yên jinan di nava rêveberiyan û partiyan de hene."

(şx)

ANHA