Li Amûdê gel ji bo kurdî meşiya

Bi pêşengtiya xwendekaran, şêniyên bajarê Amûdê bi meşekê xwestin mafê perwerdeya bi kurdî were mîsogerkirin û kurdî bibe zimanekî bingehîn ê perwerdeyê.

Li Amûdê gel ji bo kurdî meşiya
Li Amûdê gel ji bo kurdî meşiya
Li Amûdê gel ji bo kurdî meşiya
Li Amûdê gel ji bo kurdî meşiya
Li Amûdê gel ji bo kurdî meşiya
16 mijdar, 2026   16:38
QAMIŞLO

Xwendekar û şêniyên bajarê Qamişlo li dijî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya kêmkirina saetên dayîna perwerdey bi kurdî meşek li dar xist.

Meş li qada Şehîd Cîhad dest pê kir. Di meşê de bi berzkirina dirûşman û vekirina pankartan girêdana xwe ya bi zimanê xwe ve nîşan da û dane zanîn ku hefteyê 3 saet tenê bi kurdî têrê nake. Her wiha hat xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanekî bingehîn ê perwerdeyê.

Meş li qada Jina Azad sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre xwendekarê bi navê Rodî Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku zimanê kurdî beşek bingehîn a nasname, dîrok û çanda gelê Kurd e, lew ra parastina ziman berpirsyariya nifşan e. Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku zimanê kurdî zimanekî resen e ku dikare bibe zimanê zanistê di hemû qadan de.

Kêmkirina saetên dayîna perwerdeya bi kurdî hat rekirin û heta gotin, ev biryar nakeve xizmeta berjewendiyên xwendekaran û xwendina wan a bi salan a bi zimanê dayikê li ber çavan nagire.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku perwerdeya bi kurdî nayê wateya redkirina zimanê erebî, lê teqeziya li ser mafên xwendekaran a domandina perwerdeya bi zimanê dayikê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku xwedî li zimanê kurdî bê derketin û têkoşîna ji bo mafê perwerdeya bi kurdî were domandin.

Meş bi dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)