Êrişên Îsraîlê li ser Lubnanê dewam dikin

Tevî agirbestê êrişên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê dewam dikin. Hate diyarkirin ku di êrişa dronan a li ser kargehekê de kesek hatiye kuştin û 2 kes birîndar bûne.

Êrişên Îsraîlê li ser Lubnanê dewam dikin
23 gulan, 2026   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Lubnanê, droneke artêşa Îsraîlê li bajarokê Bazûriyê yê navçeya Siwerê ya başûrê Lubnanê kargehek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de kesek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Çavkaniyan da zanîn ku dronê 2 êriş li ser kargehê pêk anîn.

Tevî agirbesta ku di navîna Nîsana îsal de hatiye ragihandin jî şer û êriş li başûrê Lubnanê nesekinîne.

(bb)