Şehîd Pêşewa Soranî li Silêmaniyê hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê şehîd Pêşewa Soranî (Şivan Mihemed Emîn) piştî ku ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûr hat kirin, li Silêmaniyê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Şehîd Pêşewa Soranî li Silêmaniyê hat veşartin
12 mijdar, 2024   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê şervanê YPG’ê Pêşewa Soranî duh bi merasîmeke girseyî ji Dêrikê ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatibû oxirkirin.

 Vê sibehê piştî ku li Tiba Edlî ya Silêmaniyê cenaze hat teşhîskirin, bi tevlêbûna malbat, hevrê û welatparêzan cenaze ji bo wecîbeyên olî birin Mizgefta Seywan.

Piştî nimêja cenaze hat kirin, cenaze birin Goristana Girê Seywan a Silêmaniyê û bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Piştî cenaze hat veşartin, ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre jî endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê Wehab Ehmed li ser têkoşîn û kesayeta Şehîd Pêşewa axivî û got: “Dema ku tevayî Rojavayê Kurdistan û bajarê Kobanê di jêr metirsiyê de bû, wek ciwanekî Başûrê Kurdistanê li gel komek xwebexş ji bo tevlî têkoşîna ku li Rojava dihat meşandin bibin, berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê."

Piştre li ser navê malbata şehîd, Ebû Bekir Mecîd jî axivî û got: “Şehîd Şivan ne tenê ji bo malbata xwe, ew ji bo tevayî gelê Kurd û cîhanê têkoşerek bû, şehadeta wî xisareke mezine ji bo hemû azadîxwazên cîhanê. Ger em berdêlan nedin emê nikaribin xwe ji siyaseta qirkirinê rizgar bikin. Şehîd Şivan jî yek ji wan kesan bû hest bi berpirsyartiyên xwe yên li beramberî metirsiya ku li ser gelê wî hebû kir. Ji bona wê biryara têkoşînê da û di wê rêyê de jî şehîd ket.”