Çekdarên nenas êrişî avahiyeke hikumeta Şamê kir

Çekdarên nenas êrişî avahiya Fermandariya Polîsan a hêzên hikumeta Şamê ya li bajarê Siweydayê kir.

Çekdarên nenas êrişî avahiyeke hikumeta Şamê kir
12 mijdar, 2024   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas bi çekan êrişî avahiya Fermandariya Polîsan a hikumeta Şamê ya li bajarê Siweydayê kir. Din navbera he du aliyan de pevçûn çêbû, lê agahiyên der barê windahiyên canî de nehatin bidestxistin.

Duh li pêşiya nexweşxaneyekê li Siweydayê çekdarên nenas bi çekan êrişî erebeya rêveberekî "Kombûna Ehrar Cebel El Ereb" ê bi navê Silêman Ebid El Baqî kir. Di encamê de Ebid El Baqî û 2 kesên din birîndar bûne.

(şx)