HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

HPG'ê bi daxuyaniyekê Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kir û diyar kir "Salvegera damezirandinê ya 48'emîn a PKK'ê û Cejna Berxwedana Neteweyî li rêber û pêşeng, fedaiyê destpêkê û kedkarê herî mezin ê tevgera me ya azadiyê li Rêber Apo, malbatên me yên şehîdan, gelê me yê welatparêz, dostên hêja yên gelê me, berxwedêrên li zindanan û li hevrêyên me yên li her qadê tê dikoşin pîroz be."

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be
26 mijdar, 2026   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û diyar kir: "Salvegera damezirandinê ya 48'emîn a PKK'ê û Cejna Berxwedana Neteweyî li rêber û pêşeng, fedaiyê destpêkê û kedkarê herî mezin ê tevgera me ya azadiyê li Rêber Apo, malbatên me yên şehîdan, gelê me yê welatparêz, dostên hêja yên gelê me, berxwedêrên li zindanan û li hevrêyên me yên li her qadê tê dikoşin pîroz be!"

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PKK partiyeke şehîdan e ku ji bo xwedîderketina li bîranîna hevrê Hakî Karer û serxistina armancên wî ava bû û nîv sed salî bê navber di vê oxirê de têkoşiya.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Artêşa Şehîdan ku pêşengî ji PKK'ê re kir, di pêvajoya têkoşînê ya 48 salan de nirxên mezin, pîvanên bilind, dilpakiya mirov a cewherî, manewiyata bililnd, ruhê fedaî yê Apoyî û jiyaneke bi wate afirandin ku di oxira wê de jiyan tê fedakrin. Ev nirxên me yên pîroz bi rengê xeta şehîdan şênber bû ku çavkaniya me ya herî xurt a hêzê ye. Em şehîdên xwe yên ezîz ên ku ev heqîqet bi xwêdan, can û xwîna xwe afirandin di şexsê şehîdê me yê mezin ê partiyê hevrê Hakî Karer de bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin."

Berdewama daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Beriya niha bi 48 salan gelê Kurd li ber tunebûnê bû. Di nava rastiyeke welê de bû ku siyaseta înkar, îmha û qirkirinê li ser dihate meşandin, hebûna xwe bûbû mijara nîqaşê, azadî û serxwebûna wê qet nedihate xeyalkirin. Ji bo gelê Kurd ji vê rewşê bê rizgarkirin, axa mirî ji ser bê avêtin, ruh û îrade jê re bê dayin, bigihêje wê astê ku têbikoşe, hebûna xwe ispat bike û ber bi azadiyê ve bimeşe, berxwedaneke gelekî dijwar diviyabû.  Di heman demê de pêwîstî bi kadroyên welê wêrek ên bi ruhê fedaî û îadeya ji pola hebû ku pêşengiyê ji vê berxwedana dîrokî re bikin, barê gelê Kurd ê bêxwedî mabû û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hildin ser milê xwe û bi vê berpirsyariyê têkoşînê bimeşînin. Rêber Apo ev rastiya dîrokî dît û bi Apoyiyên ku li dora xwe bi rêxistin kir ev gava dîrokî di 27'ê Mijdara 1978'an de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê avêt. Biryara Berxwedana Neteweyî ya gelê Kurd da û PKK ava kir ku pêşengiyê ji berxwedana me ya neteweyî re bike.

Her sal, her meh, her roj, her saeta Têkoşîna Berxwedana Neteweyî ya destanî ya nîv sedsalî bi lehengî û berxwedaneke bi heybet li dîrokê hate neqişandin. Apoyiyên ku ji çar aliyên Kurdistanê, ji derveyî welat û ji nava gelên cuda beşdarî nava vê têkoşînê bûn, lehengî û berxwedaneke welê nîşan dan ku di dîrokê de mînaka wê nehatibû dîtin û rastiyeke gel û dîrokê ya nûpînû afirandin. Rabûna Rêber Apo bû mîladek. Têkoşîna PKK'ê ji siyaseta înkar, îmha û qirkirinê re got 'bisekine'. Bi berxwedana xwe ya kêlî bi kêlî hebûna neteweyî ya Kurdan ispat kir û bi her kesî da qebûlkirin. Li Kurdistanê feraseteke kûr, şoreşeke wijdan û zîhniyetê destpê kir. Ziman, çand, uslûb, rêbaz û tempoyeke nûpînû afirand. Pîvan û exlaqê jiyana azad ava kir. Têkoşîna Berxwedana Neteweyî ku PKK'ê pêşengî jê re kir, bi şoreşa civakî û fikrî ya li nava gelê Kurd, civak bi temamî guhert, veguhert. Di nava şoreşê de şoreş kir û rastiya jin a azad derxist holê. Rastiya jinê ya azad bû gerîla, bû artêş, bû partî, bû xetek, bû pîvan û zanistî. Di nava Têkoşîna me ya Berxwedana Neteweyî ya 48 salan de kadoryên pêşeng ên damezrîner, pêşeng, gerîla, şervan, milîs, dost û gelê me yê sivîl jî di nav de nêzî 50 hezar şehîd hate dayin. Her şehîdekî me bi lehengiya xwe bû pêşengê me yê nemir ku her tim rê nîşanî me dide, bû nirxê me yê herî pîroz, bû bîrdariya rûmetê ku em timî pê serbilind in. Li ser bingeha heqîqeta şehîdan ruhekî mezin ê neteweyî û yekîtiya gelê Kurd ava bû. Îdeolojiya Apoyî pêşî li têkoşîn, ruh û feraseteke enternasyonal a nû vekir ku bandor li Kurdistanê, herêmê û cîhanê kir û Paradîgmaya Neteweya Demokratîk afirand. Bêguman temamiya van serketiyan bi keda bêdawî ya Rêber Apo, bi têkoşîna fedaî ya hevrêyên me yên şehîd û gelê me yê ku ji dil ji îdeolojiya Apoyî bawer kir û meşiya, hatin afirandin. Em şehîdên xwe ku timî minetdarê wan e, bi vê wesîleyê careke din bi hurmet bi bîr tînin.

Bi navê Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ku ji meşa li ser xeta şehîdan ti carî tawîzê nade, biryardariya me ya ji bo serxistina têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me bi rê û rêbazên cuda, ji her demê bêhtir xurt e. Weke neferên fedaî yên Apoyî ku bi temamî berê xwe dane azadiya Rêber Apo û amade ne ku di vê oxirê de her cûre berdêlan bide, em dibêjin ku di sala 49'emîn a têkoşînê de bi hewldan, performans û tempoyeke serketinê ya bilind em ê wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bînin. Em Cejna Berxwedana Neteweyî careke din li gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin û di sala nû ya têkoşînê de serketinê dixwazin.”