HPG: Dagirkerek hate cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zap û Xakûrkê leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin û kamerayeke mobesse jî hate îmhakirin.

HPG: Dagirkerek hate cezakirin
12 mijdar, 2024   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

Daxuyan wiha ye:

“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

8'ê Mijdarê saet di 11.00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10ˈê Mijdarê saet di 06.45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10ˈê Mijdarê saet di 07.30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

8ˈê Mijdarê saet di 00.30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Xakûrkê;

10ˈê Mijdarê saet di 08.35'an de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

9ˈê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

10ˈê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

27ˈê Cotmehê li Herêma Heftanînê qada Perexê 8 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

8, 9, 10 û 11'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Xinêreya Jor, Qele, Sinînê, Şehîd Şerîf 6 caran, li Herêma Garê qadên Şikeftiya, Sêdarê, Deşta Kafya, Girê Zengilê, Bêbadê, Sîser, Mêranê 16 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî 4 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

9 û 10'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."