Şehîd Helmet Helebceyî bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin

Li Goristana Gulan a Helebceyê cenazeye gerîlayê tevgera azadiya Kurd Helmet Helebceyî bi merasîmekê hate veşartin.

Şehîd Helmet Helebceyî bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Helmet Helebceyî bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Helmet Helebceyî bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Helmet Helebceyî bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Helmet Helebceyî bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Helmet Helebceyî bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Helmet Helebceyî bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
28 îlon, 2025   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi merasîmekê heybet cenazeyê gerîlayê Tevgera Azadiya Kurdistanê Şahîn Sîrwan bi nasnav Helmet Helebceyî ji Binarê Qendîlê ber bi Helebceyê ve hate birêkirin. Cenazeyê Şehîd Helmet Helebceyî bi merasîmeke bi heybet di saetên şevê de li Goristana Gulan ya Helebceyê bi tevlîbûna azadîxwaz û welatparêzan û malbata şehîd bi dirûşman hate vaşartin.

Di merasîmê de Bekir Mecîd axivî û sersasxî da malbata şehîd û got: “Şehîd Şahîn û hemû şehîdên Kurdistanê ji bo çarenûsa azadiya gele xwe canê xwe feda kirin û şehîd bûn. Her kesê ji bo welatê xwe canê xwe feda bike li gorî hemû yasa û baweriyên civakî merteba wî şehîde.”

Bekir Mecîd soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Bekir Mecîd bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got: “Birêz Ocalan dest bi pêngaveke nû kiriye ku êdî xwîna zarokên Kurd û Tirk neyê rijandin. Em spasiya vê peyamê û piştgiriya wê dikin. Ev jî nişana wê yekê ye Kurd ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelan aştî dixwaze. Mixabin dagirker tim dijminatiyê li gel gelê me dike.”

Mamostayê olî Mamoste Abdullah Abdulmecîd axivî û serfirazî ji bo hemû gelê Kurdistanê re xwest û got: “Her kesê ji bo ax û welatê xwe li dijî zilm û zordariyê xwîna xwe birijîne ew şehîde.”