QSD`ê nasnameya 4 şehîdan aşkera kirin

QSD`ê ragihand ku di berxwedana li hember êrişa çeteyên DAIŞ`ê li herêma Basîra ya rojhilatê Dêrazorê de 4 şervanên wê şehîd bûne.

QSD`ê nasnameya 4 şehîdan aşkera kirin
28 îlon, 2025   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şehîdan aşkera kir. 

Daxuyaniya QSD`ê bi vî rengî ye: “Em şehadeta 4 şervanên me radigihînin ku di berxwedana li hember êrişa hovane ya şaneyên DAIŞ`ê li herêma Basîra ya rojhilatê Dêrazorê de şehîd bûne.

Hevalên me li ber xwe dan û êriş têk birin. Ji bo parastina gel û herêmên xwe ji terora DAIŞ`ê canê xwe feda kirin.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî malbatên şehîdan dixwazin. Şehadeta wan, dê îsrara me ya li ser têkoşîna li hember rêxistina terorîst zêde bike.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Ehmed Efrîn

Nav û paşnav: Ehmed Mehmûd Maimo

Navê dayîkê: Cemîle

Navê bav: Mehmûd

Cihê jidayîkbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Basîra-26`ê Îlona 2025.

Nasnav: Ciwan Reqa

Nav û paşnav: Ebdullah Malik El Sane

Navê dayîkê: Xêriye

Navê bav: Malik

Cihê jidayîkbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Basîra-26`ê Îlona 2025

Nasnav: Elaa

Nav û paşnav: Elaa Salih El Îsa

Navê dayîkê: Sade El Xelef

Navê bav: Salih

Cihê ji dayîkbûnê: Mahmudlî

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Basîra-26`ê Îlona 2025.

Nasnav: Luey

Nav û paşnav: Mueyed Salih El Îsa

Navê dayîkê Sade El Xelef

Navê bav: Salih

Cihê ji dayîkbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Basîra-26`ê Îlona 2025.”

(şx)