ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-9-2025
29 îlon, 2025   02:00

Rêvebirê Rêxistina Sûrîyeyîyê ji bo Rastî û Dadmendiyê, Besam El Ehmed got ku tiştên li Peravê sûriyeyê û Siwêdayê qewimîn ne binpêkirinên takekesî ne, lê encama "hevkariyeke di astên herî bilind da" pêk hatin. El Ehmed destnîşan kir ku berpirsyariya herî mezin a komkujî û binpêkirinan ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Apê Îsa Dawûd Umer ê 70 salî ev 40 sal in di pîşeya çaksazkirina biskilêtan de dixebite. Tevî erebe zêde bûne, ew hîn jî bi biskilêta xwe diçe berakiya xwe ya biçûk a ji hesen çêkiriye û biskiltan çaksaz dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêvebirê Rêxistina Sûrîyeyîyê ji bo Rastî û Dadmendiyê, Besam El Ehmed got ku tiştên li Peravê sûriyeyê û Siwêdayê qewimîn ne binpêkirinên takekesî ne, lê encama "hevkariyeke di astên herî bilind da" pêk hatin. El Ehmed destnîşan kir ku berpirsyariya herî mezin a komkujî û binpêkirinan ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Çilaxa û Til Koçerê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Ebdulselam Hemed El Nasir li goristana Şehîd Ukab El Eswed a li Til Koçerê oxir dikin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Hesekê û koçberên Efrînê sersaxî didin malbatên şervanên QSD`ê Nayif Mihemed Dîb El Nayif û Husam Elî El Ebdullah û Ehmed Mehmûd Memî li Mesakin Panorama ya bajarê Hesekê (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê konferansa komînan a yekemîn li dar dixe (10:00).

Şêniyên kantona Tebqayê şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê yên di salên cuda de şehîd bûne, li goristana şehîdan a Tebqayê bi bîr tînin (12:30). BI WÊNE Û DÎMEN

“Mîhrîcana Şevên Firatê” di roja duyemîn de li qada Navenda Çandê ya kevin a bajarê Reqayê didome (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN