Şehîd Ehmed Hêmin li Kerkûkê hate oxirkirin

Cenazeyê şehîdê seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê Ehmed Hêmin Omer bi merasîmek girseyî li goristana Rehîmawa ya li bajarê Kerkûkê hate oxirkirin.

Şehîd Ehmed Hêmin li Kerkûkê hate oxirkirin
31 ÇILE, 2026   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Sedan welatiyên Kerkûkê di merasîm oxirkirina şehîdê yektîya netewî Ehmed Hêmin Omer de amade bûn.

Cenazeyê şehîd bi beşdarbûna malbat, welatiyan û kesayet û aliyên siyasî, li goristana Rehîmawa ya li bajarê Kerkûkê hate oxirkin.

Dayîka şehîd Ehmed di merasîmê de axivî û got: “Em ji bo Kurdan yekitiyê dixwazin, divê Kurd yekbin. Rojava ne bi tenê ye. Em bi kurdê xwe serbilindin, beşdarbûna ewqas welatiyan di merasîmê de êşa me sivik kiriye.”

Ehmed Hêmin Omer li gel komeke ciwanên azad û welatparêz yê bajar, 20’ê Çileyê tevlî seferberiya li Rojava bûn. Li gorî daxuyaniya Komîteya Seferberiya Rojavayê Kurdistanê roja 27’ê Çileyê li eniyên berxwedanê li bajarê Hesekê şehîd bû.