Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê li cihê xwe bimînin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Cizîrê û Kobanê dê di rewşa xwe ya niha de wek saziyên ewlehiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya van deveran bimînin. Ji bo entegrekirina di nava Wezareta Karên Hundir de jî, dê 2`yê Sibabê hejmareke sînordar a hêzên ewlekariyê yên hikumetê ji bo demeke diyar derbasî Hesekê û Qamişlo dibin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê li cihê xwe bimînin
31 ÇILE, 2026   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de peymanek hate ragihandin. Li gorî payemanê dê agirbest were pêkanîn û dest bi xebatên entegrekirina hêzên leşkerî û ewlehiyê û saziyên rêveberiyê were kirin.

Li gorî peymanê dê hêzên leşkerî vekişin, dûre hêzên ewlehiyê yên Wezareta Karên Hundir bikevin navendên Heseke û Qamişlo, wek gaveke yekem ji bo pêkanîna bendên entegrasyona ewlehiyê li herêmê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Cizîrê û Kobanê dê di rewşa xwe ya niha de wek saziyên ewlehiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya van deveran bimînin, bêyî ku avaniya wan an jî naveroka rola wan a ewlehiyê were guhertin.

Qonaxa pêkanînê û derbasbûna hêzên girêdayî hikumeta demkî, biryar e ku roja Duşemê 2`yê Sibatê dest pê bike. Ev hêz dê derbasî hin cihên diyar bibin.

(k)