Şehîd Ehmed Efrîn hat oxirkirin

Ji şehîdên Pêngava Xurtkirina Ewlehiya Dêrazorê Ehmed Efrîn li Helebê hat oxirkirin.

Şehîd Ehmed Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Efrîn hat oxirkirin
30 mijdar, 2023   17:27
HELEB

Şervanê Yekîneyên Antî Teror ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Efrîn (Ehmed Silêman) meha Îlonê di Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya li çeteyên hikumeta Şamê de  li Dêrazorê birîndar bûbû û di 25′ Mijdarê de li nexweşxaneyên bajarê Hesekê şehîd bûbû.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şehîd Ehmed Efrîn bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li herêma Şiqêf a Şêxmeqsûdê spart axê.

Merasîm bi torana leşkerî ya hêzên Komandos û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dest pê kir. Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Sozdar Reşo  pesnê şehîdan û destkeftiyên ku bi dest xistine da û wiha bi lêv kir: "Gelê me fêr bû çawa xwe bi rêxistin bike û rûmet û mafên xwe biparêzin."

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê jî li dijî planên dijmin û ji bo bidawîkirina xiyanetê  banga hevgirtin û berxwedanê li pêkhateyên herêmê kir. Her wiha got: "Divê em rêya şehîdan bidomînin û tola wan hilînin."

Bavê şehîd  Ehmed Efrîn, Hisên Silêman spasiya beşdaran kir û dirûşma "Bijî Kurdistan, bimre xiyanet" berz kir.

Wesîqeya şehadetê ya şehîd Ehmed Efrîn hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û siloganên "Şehîd namirin" hat veşartin.

(mh)

ANHA