Gaziyan û malbatên şehîdan salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir

Salvegera 45′an a damezirandina PKK′ê ji aliyê gaziyan û malbatên şehîdan ve hat pîrozkirin.

Gaziyan û malbatên şehîdan salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir
Gaziyan û malbatên şehîdan salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir
Gaziyan û malbatên şehîdan salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir
Gaziyan û malbatên şehîdan salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir
Gaziyan û malbatên şehîdan salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir
Gaziyan û malbatên şehîdan salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir
Gaziyan û malbatên şehîdan salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir
Gaziyan û malbatên şehîdan salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir
Gaziyan û malbatên şehîdan salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir
30 mijdar, 2023   16:59
 TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê bi boneya salvegera 45'emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek li qada meclisê li dar xist. Di şahiyê de endamên meclisê û malbatên şehîdan û gazî, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo di şahiyê de axivî . Rêzan Gulo destnîşan kir ku azadiya gelan di têkoşîna PKK'ê û pêkanîna fikrê Rêber Abdullah Ocalan re derbas dibe.

Gulo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang li civata navneteweyî  kir ku erkên xwe bi cih bîne.

Malbatên şehîdan jî axivîn û girîngiya PKK′ê ji bo wan û ji bo tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin.

Komên çand û hunerê yên li Tebqayê stran û govend pêşkêş kirin. Beşdaran jî li ber stranan govend gerandin.

(mh)

ANHA