Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek hunerî
Xwendekaran û hunermendan bi çalakiyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin.
Li seranserî cîhanê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd dewam dikin.
Endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û endamên Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê û 400 xwendekar li parka Rimêlanê kom bûn û bi çalakiyekê piştgirî dan pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî".
Di çalakiyê de wêneyeke mezin a Rêber Abdullah Ocalan ku ji 99 parçeyan pêk tê hat rakirin û bi balonan "Azadî ji bo Rêber Apo" hat xêzkirin.
Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê Simko Cûdî wiha axivî: "Em bi rêya vê çalakiyê piştgiriya xwe ji pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd re, radigihînin."
(mh)
ANHA