Şehîd Bavê Botan; xebat û têkoşîneke demdirêj a heta berxwedana li Tişrînê

Navên sembolên Tevgera Azadiyê li zarokên xwe kirin, di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de kedeke mezin da û di rêya azadî û rûmetê de şehîd bû.

28 sibat, 2025   06:10
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ-BOTAN EREB

Li Rojavayê Kurdistanê ji salên destpêkê yên derketina Tevgera Azadiyê ve, gel ji bo azadiya xwe têkoşînê bê navber dimeşîne. Yek ji malbatên pêşengên vê yekê jî, malbata şehîd Bavê Botan (Ebdulqadir Îbrahîm) e.

Birayê biçûk ê Bavê Botan Cûma (Umer Îbrahîm) ku sala 1989`an tev li nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û sala 1990`î li Gabarê şehîd bû, bandor li wî kir. Di ciwantiya xwe de bi birayê xwe re ji bo bidestxistina azadiya gel û rizgariya welatê xwe gav avêtin.

Ebdulqadir Îbrahîm sala 1960`î li gundê Girkê Dijwêr (Til Dîq) ê bajarê Dêrikê ji dayik dibe û li wir heta qonaxa seretayî dixwîne. Di 20 saliya xwe de tevî malbata xwe derbasî bajarê Qamişlo dibe û li taxa Enteriyê ya Qamişloyê bi cih dibe.

NAVÊN NÎŞANEYÊN TEVGERA AZADIYÊ LI ZAROKÊN XWE KIRINE

Şehîd Ebdulqadir sala 1985`an dizewice û 5 kur û 2 keçên wî hene. Ebdulqadir û hevjîna xwe Ronya Remedan, navên çiyayên azad ên ku bi salan e gerîlayên azadiyê lê tê dikoşin û şehîdên azadiyê, wekî Botan, Umer, Gabar, Mezlûm û Xemgîn li zarokên xwe kirine.

Zarokên xwe jî li ser fikra Tevgera Azadiyê û şopandina rêya şehîdan mezin kirine. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û yek ji hevalên Ebdulqadir Îbrahîm ên xebatê Necah Gulo li ser dîtina xwe ya ji malbata wî re ev tişt anî ziman: “Ji min re behsa şehîd Mustefa Gulo û birayê xwe yê şehîd dikir, li ser wan digot “me di rêya wan de tevger nas kir. Em ê li ser heman pîvanî xebatên xwe bidin meşandin”. Heval Ebdulqadir hurmeta hevjîn û keça xwe digirt, gava min ev dan û standin didît, pir kêfa min dihat.”

‘KESAYETEKE NÊZÎ DILÊ CIVAKÊ’

Hevalê şehîd Ebdulqadir Îbrahîm Mihyedîn Hesen dibêje ku wî ji wan re şano pêşkêş dikirin û gotinên pêşiyan digotin. Kevneşop û folklora kurdî her li ser zimanê wî bû û ev tişt got: “Cihê ku lê bû xweş dikir, kesayeteke paqij bû. Her ji me re digot `em şev û rojên xwe bikin yek jî, em ê deyndarê şehîdan in`.”

Wekî ku ji dîtinên me yên di nava çalakiyan de, her wiha wekî ku di wêneyên wî de jî diyar dibe, şehîd Ebdulqadir wekî ciwanekî tev digeriya.

Li kêleka xebat, fikr û hezkirina ji welatê xwe re, Ebdulqadir bi ola xwe ya misilmantiyê ve jî girêdayî bû. Miroveke nimêjker bû û bi aştî, wekhevî û qebûlkirina kesên beramberî xwe tev digeriya.

Di dem û salên zehmet de ku tu kesî nikarîbû welatparêziya xwe bide nîşandan, li bajarekî lê zordariya rêjîma Baasê hebû, Ebdulqadir Îbrahîm xebata Tevgera Rizgariya Kurdistanê dide meşandin.

`EM XWE JI RÊYA WÎ NADIN PAŞ`

Di salên 1990`î de Ebdulqadir li Lubnanê Rêber Abdullah Ocalan dibîne û li Akademiya Mahsûm Korkmaz jî perwerdeyê dibîne. Wekî ku me ji devê malbata wî guhdar kiriye, Ebdulqadir digot: “Divê em li gorî felsefeya serokê xwe bin, em xwe ji vê rêyê nadin paş, em ê li gorî xwesteka şehîdan bin.”

Ebdulqadir Îbrahîm ji ber xebatên xwe yên di nava Tevgera Azadiyê de gelek caran ji aliyê rejîma Baasê ve rastî lêpirsîn û girtinê hatiye ku hejmara wan malbat jî baş nizane.

AVAKIRINA PEKREWANGEHÊ

Bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re (2012) Ebdulqadir Îbrahîm bi çend hevalên xwe re di avakirina Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo de cih digire. Erka îlankirina şehîdan û orgenîzekirina merasîmê wan jî digire ser milê xwe.

Di Komîteya Şopandinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê de xebat daye meşandin, ji bo şopandina rewşa malbat û zarokên şehîdan, li gelek gund, bajarok û bajaran geriyaye.

`XWEDÎ GOTINA XWE BÛ`

Hevalê Ebdulqadir Îbrahîm û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihemed Hacî Seyîd ku ji sala 2012`an ve wî nas dike ev gotin li ser wî gotin: “Hevalê Ebdulqadir hevaleke canfeda bû, ji hevalê xwe gelekî hez dikir, xwe ji barê sivik û giran jî nedida paş. Xwedî gotin bû, gotinên xwe pêk dianîn.”

BI EŞQ BERÊ XWE DAYE BENDAVA TIŞRÎNÊ

Bi pêvajoya ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe, Ebdulqadir pê hîs kir ku rêya ew di salên 1980`yî de li ser gav avêtiye, neqediyaye. Lewra bi destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê, bêyî dudilî xwest tev li berxwedana Bendava Tişrînê bibe.

Hevjîna Ebdulqadir Îbrahîm, Ronya Remedan diyar kir ku Ebdulqadir bi kêf û eşq berê xwe daye Bendava Tişrînê.

Di 17`ê Çileyê de Bavê Botan bi komeke hevalên xwe yên ji kantona Cizîrê re berê xwe dide Bendava Tişrînê û di 18`ê Çileyê li bendavê dema dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov koma nobedaran hedef digire, birîndar dibe û di heman rojê de şehîd dibe.

Bi vî awayî Ebdulqadir tevî 5 hevalên xwe yên ji Qamişloyê navê xwe li ser lênûska şehîdên Bendava Tişrînê dinivîse.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mehsum Hesen ku bi şehîd Ebdulqadir re di salên 1990`î de di nava Tevgera Azadiyê de xebat daye meşandin, ev tişt ji bo hevalê xwe anî ziman: “Bi dil, rih û can bi tevgera xwe re bû. Bavê Botan layiqî şehadetê bû.”

Di dîmenekê de ku li Bendava Tişrînê hatiye kişandin, şehîd Bavê Botan dibêje: “Berxwedan jiyan e.”

ANHA