Fîras El Qesas: Şam û Enqere sedemên aloziyê ne

Fîras El Qesas diyar kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker sedemên aloziya Sûriyeyê ne û got: " Rejîma Tirk ji bo berjewendiyên xwe amade ye her tiştî bike. Heke her du aliyan li hev bikin an na di her du rewşan de, hebûna wan li ser desthilatê, ji bo her du gelan ziyaneke mezin e."

Fîras El Qesas: Şam û Enqere sedemên aloziyê ne
Fîras El Qesas: Şam û Enqere sedemên aloziyê ne
22 tebax 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

 Hikumeta Şamê daxwaz an jî bangewaziyên sûriyeyiyan ên ji bo diyaloga navxweyî red dike. Herî zêde jî bangewaziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo diyalogê hene.

Siyasetmedarê sûriyeyî yê muxalif Fîras Qesas têkildarî mijarê got: "Xwezaya rejîmê, teşeya desthilatdariya wê, mijûlbûna wê bi kar û barên hundirîn re bi tenê, li xwe dinêre ku xwediyê Sûriyeyê û berhemên wê ye. Rêbaza pê gihaştiye desthilatê bi rêya mîrasgirtinê, bi hêzê û çawa bi rêya tundiyê û şer xwe li ser lingan hiştiye, ji ber van hemûyan hikumeta Şamê ji diyalogê re ne vekirî ye."

Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Fîras Qesas wiha domand: "Rejîma ku tenê çîn, berjewendî, plana xwe ya îdeolojîk nas dike, çawa dikare dest bi diyalogê bike? Tu aliyeke siyasî nas nake, ji bilî aliyên ku xizmetê ji berjewendî û zordestiya wê re dikin, nahêle tu alî bimînin.”

NÎŞANEYÊN ŞERÊ LI SER HEGEMONYAYÊ

Di vê dawiyê de behsa normalîzekirinê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de tê kirin. Siyasetên hikumeta Şamê yên li ser erdê û bi rêya êrişkirina herêmên Rêveberiya Xweser li gorî hewldanên dewleta Tirk in û dev ji şertên xwe yên berê yên vekişîna Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê berdaye.

Bi nêrîna El Qesas, çareserî bi normalîzekirinê ve girêdayî ye, heke nêzî hev bibin, çareserî pêk nayê ji ber ku xema yekane ya her duyan, berjewendî û mayîna wan li ser desthilatê ye. El Qesas wiha pê de çû: "Çi bi serê welêt hat yan jî were ne xema wan e. Vîna gelê Sûriyeyê, azadî û rûmeta wî ji bo her duyan ne derd e.”

El Qesas wiha pê de çû: "Rejîma Sûriyeyê ne ji ber sedemên nîştimanî normalîzekirina bi Tirkiyeyê red dikir, rejîma Sûriyeyê û ya Tirkiyeyê li ser hegemonyayê şer dikin. Di vê çarçoveyê de, Tirkiye bi qasî dikare erdnîgariya Sûriyeyê dagir kir ku hîna vê axê ji mafê xwe dibîne û dikare çarenûsa wê diyar bike."

El Qesas îşaret bi taybetmendiyên her du dewletan kir û got: "Ti cudahiyeke cewherî nîn e. Her du jî dibînin ku roleke dîrokî li herêmê dilîzin û aqubeta wan hema çarenûsa welatên wan in. Her yek dixwaze di kesayeta xwe de desthilatê rave bike. Her du jî zordest, faşît in."

‘ALOZIYA KESAYETÎ LI SER HEGEMONYAYÊ’

Fîras El Qesas diyar kir ku normalîzkirin dê pêk were ruxmî ku rejîmê berê red kiriye, ji ber ku xwest rola Tirkiyeyê beriya hilbijartinan li pêşiya muxalefetê zeîf bike û wiha domand: "Rejîmê xwest serokê rejîma Tirk ji hevkêşeya desthilatê derkeve. Bi nêrîna min rast e Rûsya fişarê dike ji bo ku rejîma Sûriyeyê bi ya Tirkiyeyê re normalîzeyê bike. Lê berjewendiyeke din a rejîma Sûriyeyê ji normalezîkirinê heye ku ew jî girêdayî sazkirina têkiliyên bi derve re ye, bi şêwazekê ku desthilat û hegemonyayê vegerîne. Li şûna ku hegemonyays Îran û milîsên wê li Sûriyeyê firehtir dibe. Helbet normalîzekirin, bi awayekî erênî bandorê li rejîmê dike ku bi hêz vegere û desthilata xwe xurttir bike."

Bi nêrîna El Qesas hikumeta Şamê dixwaze Sûriye vegerîne beriya 15`ê Adara 2011`an ji bo ku desthilata wê vegere wek berê û Tirkiyeyê vê jî dixwaze û hewl dide rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegere beriya 2011`an.

El Qesas diyar kir ku rejîma Tirk bê rêgez in û ew ji bo berjewendiyên xwe amade ye her tiştî bike û got: "Ji ber wê dîsa ez dibêjim, her du aliyan li ser girêkirina aloziyê li hev kiriye û ew bingeha normalîzekirinê ye. Heke her du aliyan li hev kir yan nekir, di her du rewşan de, hebûna wan li ser desthilatê, ji bo her du gelan ziyaneke mezin e."

(şx)