Jineke Çilaxayî xwendina parêznameyan kir rêbazeke jiyanê

Nuzha Seyfedîn xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan kir rêbazeke rojane ya jinanê.

22 tebax, 2024   02:25
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Nuzha Seyfedîn (46) a ji gundê Girkê Xelo yê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, girêdana xwe ya bi pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan re wiha anî ziman: "Dema ku tu pirtûkê vedikî, yekser di navbera te û wê de diyalogeke bêdeng dest pê dike."

Nuzha Seyfedîn wek hemû zarokên din neçar bû, di qonaxa navîn de, ji ber rewşên aborî yên malbatê dev ji dibistanê berde.

Nuzha di salên 1992 û 1993'yan de kadroyên tevgera azadiya Kurditanê nas dike û dest bi karê cebhewî dike. Wê belavok dixwendin û li şêniyan belav dikirin. Nuzha dema ku cara yekê li dengê Rêber Abdullah Ocalan bi rêya kasêtê guhdarî dike, bi nirxandinên wî bandor dibe.

Di salên 1995 û 1996'an de pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a bi navê "Çawa bijîn" ji bo Nuzha wek diyarî hat dayîn. Ji wir de girêdana wê ya bi pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan  xurtir dibe û êdî xwendina wê bû beşek ji jiyana wê ya rojane.

Piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan zexta li dijî tevgera azadiya Kurdistanê li Sûriyeyê zêdetir bû. Her wiha hikumeta Şamê hemleyên binçavkirinê zêde kirin. Ev jî bû sedem ku şênî her tiştê girêdayî tevgerê veşêrin.

Der barê vê de, Nuzha got: "Tiştê ku herî zêde hiştiye ez xwendina pirtûkan heta îro bidomînim, veşartina pirtûkan bû."

Nuzha diyar kir ku piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê, berî her tiştî wê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan derxistin û ew gelekî kêfxweş bû ku ew ê êdî bi serbestî wan bixwîne û got: "Wê demê min soz da ku xwendina fikrên Rêber Abdullah Ocalan bidomînin û tê de de kûrtir bibim û di bixim pratîkê."

Nuzha Seyfedîn ku niha rêvebera Komîteya Jinan a Rêveberiya Dibistanên Çilaxa ye, bi destpêka şoreşê re dest bi rêxistinkirina şêniyan di komîn, meclis, meclisên jinan û saziyan de kir. Li kêlek zexta kar, lê dîsa jî wê dev ji xwendinê berneda û herî kêm rojane saetek ji bo xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan veqetand.

Nuzha got: "Tenê tiştê ku kêfa mirov jê re tê, mirov dikare tê de serkeftî be."

Nuzha her roja pêncşemê bi jinên Çilaxa re di çarçoveya pêngava navneteweyî ya azadiya fîzîkî Rêber Abdullah Ocalan de, bi hev re parêznameyan dixwînin.

Nuzha destnîşan kir ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bandoreke erênî ya mezin li wê kir û got: "Têkilî û berdewama min a di xwendina pirtûkên Rêbertî de ew e ku kesayetiya me di bin mîkroskopa têgihîştin û hişmendiyê de dihêle."

Nuzha di dawiya axaftina xwe de soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

(mh)

ANHA