Balafirên Îsraîlê li herêma Qisêr a Sûriyeyê gelek nuqte bombebaran kirin

Dezgehên ragihandinê yên girêdayî hikumeta Şamê da anîn ku balafirên şer ên Îsraîlê li dijî gelek nuqteyên li herêma Qisêr a gundewarê Himsê ya Sûriyeyê êriş pêk anîn.

Balafirên Îsraîlê li herêma Qisêr a Sûriyeyê gelek nuqte bombebaran kirin
13 mijdar, 2024   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê Îsraîlê herêma Qisêr a gundewarê Himsê hedef girtiye.

Radyoya Sham FM jî da zanîn ku Îsraîlê li gundê Cobaniyê yê herêma Qisêr a Humsê pirek bombebaran kir.

Girêdayî wê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li dijî rêbenda kontrolê ya Debaa, rêbenda kontrolê ya Meştel, pira Def, pira Hoz û pireke li gundê Cobaniyê yên gundewarê Qisêr û nêzî foca moşekan a gundewarê Himsê, êriş pêk anîn.

Li gorî SOHR'ê, ji destpêka îsal ve Îsraîlê 148 caran li dijî xaka Sûriyeyê êriş pêk anîne, ji wan 122 hewayî û 26 bejayî ne. Di encamê de 266 cih wekî embargeh, navend û wesayît hatin hedefgirtin, 284 leşker hatin kuştin û 230 birîndar bûn.

(mh)